Artêşa Tirk li Şehbayê 5 sivîl birîndar kirin
Di topbarana artêşa Tirk a li ser gundên Şehbayê de 5 sivîl birîndar kirin.
Di topbarana artêşa Tirk a li ser gundên Şehbayê de 5 sivîl birîndar kirin.
Di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji Ezaz li ser gundên Beylûnê, Eyn Deqne û derdorî Girê Til Rifatê yên Şehbayê 5 sivîl birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Helebê, hate ragihandin ku rewşa hinekan giran e.