Artêşa Tirk bi tankan gundê Dîkmetaşê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker bi tankên ku li gundê Yazibagê yê Kilîsê bi cih kiriye, gundê Dîkmetaş ê Şera ya Efrînê bomberdûman dike.
Artêşa Tirk a dagirker bi tankên ku li gundê Yazibagê yê Kilîsê bi cih kiriye, gundê Dîkmetaş ê Şera ya Efrînê bomberdûman dike.
Hat hînbûn ku Artêşa Tirk a dagirker bi tankên ku li gundê Yazibagê yê Kilîsê bi cih kiriye, gundê Dîkmetaş ê Şera ya Efrînê bomberdûman dike. Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku êrîşa bi tankan didome.
Artêşa Tirk û çeteyên yên ku hewl didin êrîşî Efrînê bikin, êrîşên xwe yên li ser gundên Cindirês, Raco, Bilbilê zêdetir kiriye.
Artêşa Tirk û çeteyên wê hewl dabû êrîşî gundên Hezwan û Zîwanê yên li herêma Şehbayê bike. Li vê derê Hêzên Şoreşger bersiv dabû êrîşan, 4 leşkerên Tirk miribûn û 5 leşker jî birîndar bûbûn.