Artêşa Tirk agir bi zeviyan dixe
Artêşa Tirk agir bi zeviyên li Dirbêsiyê xist. Gel û tîmên tefandina agir, hewl didin agir bitefînin.
Artêşa Tirk agir bi zeviyên li Dirbêsiyê xist. Gel û tîmên tefandina agir, hewl didin agir bitefînin.
Îro saet di 12:00`an de agir bi zeviyên li ser sînorê Tirkiyê yên nêzî depoyên genim ên navçeya Dirbêsiyê ket. Agir ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hat pêxistin û ji ber wê 130 donim ji zeviyên genim û ceh ên malbata Muxtar şewitî.
LEŞKEREKÎ TIRK AGIR BI ZEVIYÊ XIST
Şênî û tîmên agirkujiyê berê xwe da cihê bûyerê da ku agir vemirînin. Hin dîmen hatin pêşkêşkirin û di dîmenan de tê dîtin ku li Bakurê dîwar leşkerek agir bi zeviyan dixe.