Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê xwezayê qir dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora Gola Meydankê ya Şeraya Efrînê xwezayê qir dikin û daran dibirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora Gola Meydankê ya Şeraya Efrînê xwezayê qir dikin û daran dibirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna daran dibirin, van daran dikin komir û li sûkên li herêmên dagirkirî difiroşin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser malpera xwe ya fermî dîmenek belav kir. Di dîmenê de hovîtiya çeteyên dagirkeriya Tirk a birîna darên li derdora Gola Meydankê tê dîtin.
Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk darên zeytûnê bi hinceta firehkirina rêyan û avakirina avahiyên mêtingehiyê dibire.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, dagirkeriya dewleta Tirk heta niha kêmanî 44 dar birîne û ji van 32 hezar darên zeytûnê ne.