Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê 5 sivîlên din revand
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrinê 5 welatiyên sivîl revandiye.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrinê 5 welatiyên sivîl revandiye.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatiyên bi navê Cuma Kemal Resolo (beriya mehekê hatiye revandin), Mûsa Nebî yê 32 salî ji gundê Ceqela Cumê (Beriya 11 rojan hatiye revandin), Deştî Îso yê 40 salî (beriya 9 rojan hatiye revandin, beriya niha jî carekê hatiye revandin) û Ebdulrehman Bermece (Ebû Helpçe) yê 35 salî ji gundê Kefer Sefrê ye (beriya 4 rojan hatiye revandin û ev cara sêyemîn e ku tê revandin) revandiye.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Qîbarê ya Efrînê jî ciwanê bi navê Henan Elî yê 20 salî revand û birin cihekî nediyar. Hat zanîn ku Elî beriya meh û nîvekê hatiye revandin û hê jî aqûbeta wî ne diyar e.
Piştî dagirkirina Efrinê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve kiryarên hovane yên li dijî sivîlan didomin. Heta niha bi sedan sivîl hatin revandin û êşkencekirin.