Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên Kobanê dike
Artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundê Zormixar ê li rojavayê Kobanê kir.
Artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundê Zormixar ê li rojavayê Kobanê kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG/YPJ'ê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker ji danê sibehê û vir ve topan diavêje gundê Zormixar ê li Kobanê.
Gundê Zormixar bi 30 kîlometreyan li rojavayê Kobanê ye. Gund li pêşberî Cerablûsê ye û cîranê gundên Bakurê Kurdistanê ye.
Artêşa Tirk a dagirker bi rojan e topan diavêje Efrînê.