Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Kobanê kir
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên otomatîk êrîşî gundê Elî Şar ê Kobanê yê li ser sînor kir.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên otomatîk êrîşî gundê Elî Şar ê Kobanê yê li ser sînor kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker li gundê Elî Şar ku bi 10 kîlometreyan li rojhilatê Kobanê ye, gule bi ser mirov û wesayîtan de barand.
Êrîş saet di 10:00 de pêk hat. Gundiyan ragihandin ku di êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye.
Li gorî gundiyan, dewleta Tirk a dagirker ji bo ku gelê herêmê neçarî koçberiyê bike bi rêk û pêk êrîşî gundan dike.