BI DÎMEN

Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Asûriyan û dêrê barand

Artêşa Tirk ku bi armanca dagirkerî û desteserkirinê êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike, bombe li gundê Mîska yê Asûriyan barand. Êriş li ser dêra li gund hate kirin.

Artêşa Tirk a dagirker di bombardûmana li ser herêma Metînayê de bombe li gundê Mîska yê Asûriyan barand. Di êrişê de bombe li dêra gund hate barandin.

Artêşa Tirk a dagirker dema dawî bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi taybetî jî li herêma Metînayê dike. Ji ber bombardûmanê li herêma Metînayê agirekî mein bi zeviyên gundê Mîska, Dergelê û Bazê ket.

Dîmenên dawî yên ji herêmê hatin, nîşan didin ku gundê Mîska yê gelê Asûrî ku ji baweriya Xiristiyan e, ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye bombekirin.

Tê gotin, artêşa Tirk ji bo valakirina vî gundî destpêkê gef xwariye, piştre jî bi bombekirinê lê welê kiriye ku jiyan lê nemîne. Artêşa Tirk ku bi salan e li Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcê şer dike, bi bombardûmana li gundê Mîskayê hem agir berda xwezaya herêmê û xweza talan kir, hem jî bombe li qada gundiyan û dêrê barand ku îbadetxaneyeke.

Ev sûcên şer ên artêşa Tirk û hevkarê wê PDK'ê, ji aliyê saziyên navneteweyî yên cuda û saziyên medyayê yên herêmê ve bi belgeyan pêşkêşî raya giştî hatibû kirin.