Artêşa Tirk a dagikrer li Girê Spî 4 ciwan rewand

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê di serdegirtina ku li ser gundê Elî Baciliye yê girêdayî Girê Spî ya dagirkirî de 4 ciwan rewandin.

Artêşa Tirk a dagirker bi ser gundê Elî Baciliye yê girêdayî Girê Spî ya dagirkirî girt; Ciwanê ji eşîra El Ehwes Mihemed El Elo, ji eşîra El-Bû Esaf’ê Mistefa El-Erar, ji eşîra El-Bû Cabir’ê Îsa El-Şewax û xwendevanê amadeyî Hesen El-Osman yê çend roj beriya niha ji herêma Saxba yê Reqayê vedigeriya bi giştî 4 kes hatin rewandin.

Tê gotin Mihemed El-Elo ku yek ji wan kesên hatî rewandin e par jî hatiye rewandin û di berdêla 2 milyon lîreyê Sûriyê hatibû berdan.