"Artêşa Millî" ya Erdogan dizê mirîşkan e
Çeteyên ku dewleta Tirk bi navê "Artêşa Millî" berê wan dayî ser Efrînê, li helekê sûcê giran ên şer dikin û li hêla din jî mal û milkê gel talan dikin.
Çeteyên ku dewleta Tirk bi navê "Artêşa Millî" berê wan dayî ser Efrînê, li helekê sûcê giran ên şer dikin û li hêla din jî mal û milkê gel talan dikin.
Çeteyên ku ketin maleke li ser sînor ê Efrînê gelek mirîşk û elok dizîn û dîmenên wan tomar kirin. Balkêş bû ku wan jî weke DAÎŞ’ê gotin, "Mal û milkê Kurdan helal e."
"Artêşa Millî" ya ku dewleta Tirk ji bermahiya çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û Ehrar Şam ava kirî, li ser sînorê Efrînê diziya malên Kurdan dikin.
Weke çeteyên DAÎŞ’ê ku salên bihurî fetwa dabûn û gotibûn ‘mal û milkê Kurdan helal e’ çeteyên bi ser Tirkiyê ve jî malên gundên li ser xeta sînor ên Efrînê talan dikin.
Di dîmenekî de ku hesabên medyaya sosyal a çeteyan par ve kirine, tê dîtin ku çeteyên "Artêşa Millî" yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, li gundê Sorkê yê navçeya Racoyê ya Efrînê ketine malan, mirîşk û elok û sewalên Kurdan didizin. Çeteyên ku ketin malan piştî ku gelek mirîşk û elok dizîn di nav xwe de dibêjin, "Ev malê Kurdan e, helal e."
Çete dibêjin ew hatine Efrînê û herêm pir zengîn e, dibêjin li hundir 200 teneke rûnê zeytûnê hene û wiha didomînin, "Di şer malê dijmin helal e". Çeteyên ku gelek mirîşk û elokên malê dizîn piştre li wesayitê siwar dibin û diçin.
Gelek welatiyên li ser xeta sînor dibêjin çete li talanê wan didin û sewal û dewarên wan jî çeteyên bi ser Tirkan ve direvînin.
Çeteyên DAÎŞ’ê dema ku bi ser Kobanê de girtibûn fetwaya ‘malê Kurdan helal e ‘ derxistibûn û gundên Kobanê talan kiribûn.
Rejîma Erdogan û çeteyên ku wî rêxistiniya wan kiriye, ji dema ku êrîşên dagirker dane destpêkirin, 20’ê Çile ve sivîlan dikin hedef. Heta niha gelek jê jin û zarok nêzî 150 sivîl hatine kuştin. Her wiha hate dîtin ku van çeteyan êşkence jî li cenazeyan kirin.