Şoreşeke gerdûnî li erdnîgariyeke biçûk: Rojava – V

Efrîn temsîla aştî û hevgirtinê bû, lewma ji gelek herêmên Sûriyeyê mirovan berê xwe didan vî bajarî. Şehba; stargeha mirovên ji dagirkeriyê reviyan. Til Rifet; sînorê navbera dagirkeran û Kurdan. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê; warê pêşengiya berxwedanê.

Di vê beşê de em ê berê xwe bidin rojavayê Herêma Xweser a Rojava. Bajarê pêşketî yê herêmê û kantona sêyemîn Efrîn, herêma Şehba ku Tebaxa 2017'an xweseriya demokratîk û rêxistiniya kantonê ragihand, navçeya Til Rifet û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku bi berxwedana xwe navdar in, wê di vê beşê de bêne vegotin.

BAJARÊ KURDAN KU HEMBÊZA XWE JI GELÊ SÛRIYEYÊ RE VEKIR: EFRÎN

Bajarê Efrînê ku li rojavayê Herêma Xweser a Rojava ye, bi navê xwe yê din Çiyayê Kurmênc bi 63 kîlometreyan dûrî bajarê Helebê yê Sûriyeyê, nêzî sînorê bajarê Kîlîsê yê Tirkiyeyê ye. Efrîn ku 6 navçeyên xwe Cindirês, Mabeta, Raco, Şiyê, Bilbilê, Şêra û Şêrawa hene, cihekî çiyayî ye. Lewma ji bajarên din ên Rojava hinekî cuda ye. Li bajêr ku nifûsa xwe zêdeyî 500 hezar kes bûn, Kurd, Ermen, Ereb û Êzidî diman.

Bajar ku dihate gotin 13 milyon darên xwe yên zeytûnê hebû, bi çandiniya xwe yek ji bajarên herî pêşketî yên herêma Şoreşa Rojava bû. Li herêmê, ji bo Helebê ji berhemên goşt û şîr heta bi zeytûn û tedawiyên tibî, gelek berhem dihatin hilberandin. Ji ber polîtîkaya zextê ya rejîma Baasê ya li ser bajêr, Kurd neçar man ku ji bo bixebitin koçî derdora Helebê bikin.

Piştî ku di sala 2011'an de Şerê Navxweyî yê Sûriyeyê destpê kir, Kurdan û şêniyên bajêr rêveberiya bajêr xistin destê xwe û di 29'ê Çileya 2014'an de li Kantona Efrînê Xweseriya Demokratîk ragihandin. Bi xweseriyê re Efrîn bû yek ji deverên sereke ku şoreş lê ava bû, ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya Sûriyeyê bû mînak. Ji Heleb, Deraa, Hûms, Idlib, Hama û gelek deverên din ên Sûriyeyê mirovan ji ber vê taybetmendiyê berê xwe dan Efrînê. Efrîn di demeke kurt de bû ew bajar ku ji Sûriyeyê koça herî zêde wergirtiye.

Efrîn ku ji Hûrrî û Mîtanniyan re bû dergûş, bi bingeha xwe ya dîrokî gelekî dewlemend e. Li navçeya Şerayê şanoya amfî-keleha Nebî Hûrî, li navçeya Cindirêsê wargehên ji dema Mîtannî û Roma, li navçeya Şêrawa jî Keleha Seneanê tenê çend ji van mînakan e.

Dewleta Tirk ku nekarî xwe li vê rewşa Efrînê rabigire, di 20'ê Çileya 2018'an de bi navê 'Zeytîn Dali Harekati' li ser Efrînê dest bi êrîşeke ji bo dagirkirinê kir. Xelkê herêmê tevî YPG û YPJ'ê 58 rojan li hemberî her cûre teknîkê ku 72 balafirên şer jî di nav de hebûn li ber xwe da. Dewleta Tİrk ku çekên kîmyewî jî bi kar anî, di 18'ê Adara 2018'an de bajar dagir kir. Zêdeyî 500 hezar mirovên li Efrînê neçar man koç bikin û li Şehba û Helebê bi cih bûn. Efrîn bû bajarê destpêkê yê Rojava ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Efrîn ku 6 sal in dagirkirî ye rojane bi komkujî, hilweşandin, talan, dizî, destavêtin û êşkenceya dewleta Tirk û çeteyên wê di rojevê de ye.

ŞEHBA

Herêma Şehba ku di navbera Heleb, Efrîn û Kobanê de weke herêmekê tê pênasekirin ji 75 gundan û navçeya Til Rifetê pêk tê. Di sala 2016'an de ji bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk hate rizgarkirin. Gundên rizgarkirî yên ser bi Ezaz û Babê jî bi ser rêxistiniya herêma Şehbayê de ne.

Şehba di 7'ê Tebaxa 2017'an de weke kanton hate ragihandin. Piştî Cizîr, Kobanê û Efrînê bû kantona çaremîn.

Şehba ku li ser sînorê Efrînê ye, deşteke. Li bajêr ku bi giranî koçberên ji Efrînê lê dimînin 5 kampên mezin ên koçberiyê hene. Çandinî û sewalkarî ji çavkaniyên sereke yên debara herêmê ne.

Kantona Şehbayê ji sala 2016'an dema rizgarkirinê û vir ve dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê.

TIL RIFET

Til Rifet ku dirêjahiya xwe 65 kîlometre ye, ji 80 gund û gundikan pêk tê. Piştî ku şerê navxweyî li Sûriyeyê destpê kir, navçe ji aliyê çeteyên Ceyşul Hur ên dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Di 16'ê Sibata 2016'an de ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate rizgarkirin. Li navçeyê bi giranî mirovên ji Efrînê koç kirine dimînin. Baregehên leşkerî yên Rûsya, Îran û Şamê hene. Navçe timî dibe hedefa bombardûmana dewleta Tirk.

TAXÊN EŞREFIYE Û ŞÊXMEQSÛDÊ

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ew taxên Helebê ne ku piraniya şêniyên wê Kurd in. Şêxmeqsûd ku li ser girê Seydê ava bûye, ji aliyê stratejîk ve taxa herî bilind a Helebê ye. Li herdu taxan her wiha Ereb, Ermen û Tirkmen jî hene. Herdu tax bi berxwedana xwe li Rojava navdar in. Sala 2004'an di dema serhildana Qamişloyê de, her wiha bi destpêkirina Şerê Navxweyî yê Sûriyeyê re yek ji wan deverên destpêkê ne ku li ber rejîmê rabûn. Di navbera salên 2012 û 2016'an de şêniyên taxê li hemberî gelek çeteyên Ceyşul Hur, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam li ber xwe dan. Di sala 2014-2015'an de rêveçûna Berxwedana Kobanê ya dîrokî guhertin. Di şerê bajêr de li Rojava yekane dever e ku xwedî tecrûbeya destpêkê ye.

Herdu tax ku bi rêya meclîsên gel têne birêvebirin, salên dawî di bin zext û ambargoya giran a rejîma Şamê de ne.

SIBE: Şoreşeke gerdûnî li erdnîgariyeke biçû: Rojava – VI : Herêmên rizgarkirî