Di vê beşa dosyaya xwe de me Kantona Kobanê, Girê Spî ku ji Cotmeha 2019'an de di bin daigrkeriya dewleta Tirk de ye û Eyn Îsa nirxand ku êrîş li ser kêm nabe.
KOBANÊ, BAJARÊ BERXWEDANÊ
Kobanê ku li pêşberî navçeya Pirsûs a Rihayê ye, bajarê destpêkê ye ku Şoreşa Rojava lê pêk hat. Kobanê bi 30 kîlometreyî li rojavayê Çemê Firatê ye, bi 150 kîlometreyî dûrî bajarê Helebê yê Sûriyeyê ye. Firehiya xaka xwe 3 bin 3 km² ye. Heta sala 1910'an koçerên Erb ên li bejahiya Kaniya Murşîd û Kaniya Ereban (Reqa) diman, havînê li dora vê kaniyê diciviyan, lewma ev nav li van herdu gundan hatibû kirin.
Rejîma Baas a bi mejiyê şovenîst, di çarçoveya polîtîkayên Kembera Ereb de navê Kobanê weke 'Ayn Al Arap' guhertibû. Bajar heta sala 1921'ê bi navçeya Pirsûsê ya Rihayê re yek bûn. Piştî peymanên ku Kurdistan pê hate parçekirin, bajar bi Helebê ve hate girêdan.
Kobanê ji 5 navçeyan (Sirîn, Şêxler, Çelebî, Qinê û Şêran) û 366 gundan pêk tê. Nifûsa xwe jî ji sedî 90 Kurd e. Ermen û Ereb jî lê dimînin.
Xelkê Kobanê ji ber kar û hunera xwe ya kolandina bîrên avê her wiha weke 'karkerên bîrê' jî tê naskirin.
Heta dema beriya pêkhatina şoreşê, ji ber polîtîkayên rejîmê yên li ser Kobanê, şêniyên bajêr ji bo karibin bixebitin diçûn herêmên Heleb, Şam û Reqayê. Hîn jî li van herêman mirovên ji Kobanê hene. Li gel çandinî û sewalkariyê, bazirganî jî çavkaniyeke debarê ya bajêr e. Kantona Kobanê ku 27'ê Çileya 2014'an xweseriya xwe ragihand, ji bo rêxistiniya Herêma Firatê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bajarekî girîng e.
Kobanê bi berxwedana xwe ya destanî ya salên 2014-2015'an, terora DAÎŞ'ê têk bir û bi vî rengî bû ew bajar, ku tevahiya cîhanê piştevanî jê re kir. Ewlehiya bajêr di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclîsa Leşkerî ya Kobanê de ye. Li xetên sînor ên bajêr jî hêzên ser bi hikumeta Şamê hene. Piştî ku DAÎŞ hate têkbirin, dewleta Tirk mîna ku dixwaze 'tolê hilîne' gefê li bajêr dixwe û ji aliyê din ve jî êrîşên xwe yên bejahî û psîkolojîk taybet dewam dike.
GIRÊ SPÎ YÊ DAGIRKIRÎ
Bajar di salên 1920'î de hate vakirin û navê 'Girê Spî' yê li rojhilatê bajêr lê hate kirin. Cihekî welê ye ku berê koçerên Kurd, Ereb û Tirkmen havînê pezê xwe lê diçêrandin. Bajarê ku ji gundan pêk tê, di dema mêtingeriya Fransayê de bû bajarok û bi ser wîlayeta Reqayê ve hate girêdan. Dema ku herêmek bû ku eşîrên Kurdan ên Milan û Berazî lê diman, sala 1915'an gava ku împaratoriya Osmanî dest bi qirkirina Ermen û Suryanan kir, mirovên ji qirkirinê reviyan xwe li Girê Spî girtin. Tê gotin, li Girê Spî kampeke qirkirinê jî heye. Li bajêr ku sala 1970'yî rejîma Baas projeya Kembera Ereb lê ferz kir, jiyan gelekî zehmet bû. Hewl hate dayin ku fitneyê bixin navbera Kurd û Ereban ku li bajêr bi rengekî aram bi hev re dijiyan. Bajar herêmên Cizîr û Firatê bi hev ve girê dide. Ji ber polîtîkaya zextê ya li ser gundên bajêr, gelek Kurd neçar man koç bikin.
Piştî ku li Sûriyeyê Şerê Navxweyî destpê kir, komên radîkal ên mîna Ceyşul Hur û El Nûsra êrîşî bajêr kirin. Piştre jî bajar radestî hevkarê xwe DAÎŞ'ê kirin. Di navbera salên 2014-2015'an de bû yek ji navendên girîng ên cebilxane û lojîstîka ji bo êrîşa li ser Kobanê. Bû rêgeheke welê ku dewleta Tirk ji Deriyê Sînor ê Akçakaleyê alîkarî ji DAÎŞ'ê re şand û petrola Rojava jî di ser vê rêgehê re ji Tirkiyeyê re hate şandin.
Piştî ku Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an de hate rizgarkirin, bi banga xelkê herêmê hêzên YPG û YPJ'ê ji bo rizgarkirina Girê Spî ketin nava liv û tevgerê. Bajar di 15'ê Hezîrana 2015'an de ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin. Di 22'ê Cotmeha 2015'an de Xweseriya Demokratîk lê hate ragihandin û rêveberiya bajê radestî gel hate kirin. Girê Spî bû bajarê destpêkê yê rizgarkirî ku DAÎŞ'ê al lê çikandibû. Bi îdeolojiya Neteweya Demokratîk re bû navenda jiyaneke aram a hevpar. Piştî çar salan careke din ewrên reş li ser Girê Spî kom bûn. Dewleta Tirk ku demeke dirêj gef lê dixwar, di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi navê 'Bariş Pinari' dest bi operasyoneke dagirkirinê kir û Girê Spî dagir kir. Bajarê ku çar sal in di bin dagirkeriyê de ye, bi êşkence, komkujî, dizî, destavêtin û talana dewleta Tirk û komên wê yên çete her tim dikeve rojevê.
EYN ÎSA
Li ser rêya navneteweyî ya M4 e ku di navbera Heleb û Iraqê de ye. Eyn Îsa ku Reqa, Minbic û Til Temirê digihîne hev, piştî destpêkirina Şerê Navxweyî yê Sûriyeyê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin. Bajar di Tîrmeha 2015'an de ji aliyê hêzên YPG û YPJ'ê ve bi temamî hate rizgarkirin. Heta Cotmeha 2019'an ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destpêkirin, avahiyên rêveberiya navendî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê bûn.
Heta ku Girê Spî bê dagirkirin, navçeyek bi ser ve bû û bi vî rengî xwe birêxistin dikir. Niha jî navçeyeke sînor e di navbera Rojava û herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Eyn Îsa ji ber girîngiya xwe ya stratejîk her tim bi êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dikeve rojevê. Dagirker dixwazin Eyn Îsayê bi dest bixin û bi vî rengî rêya bejahî ya navneteweyî ya M4 bixin bin kontrola xwe. Ewlehiya bajêr di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye. Her wiha baregehên hikumeta Şamê û hêzên Rûs jî li bajêr hene.
SIBE: Şoreşeke gerdûnî li erdnîgariyeke biçûk: Rojava – V- Kantona Efrînê