‘Şoreşa Rojava li mirovayetiyê pîroz be’

Têkildarî salvegera Şoreşa Rojava KCDK-E’yê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Şoreşa Rojava ji gelên cîhanê re dibe hêvî.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo mirovayetiyê bûye hêviyeke mezin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Şoreşa ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kiriye, azadiyên mezin bi dest xistiye û civak ber bi demokrasî û jiyana azad ve biriye. Bandora şoreşê ne bi tenê li Sûriyeyê, di nav gelên Rojhilata Navîn jî xwe da hîskirin. Gelên Kurd, Ereb, Asûr, Çeçen, Ermen û Tirkmen di nav Şoreşa Rojava de cihê xwe girtin û pergaleke civakî ya li ser xeta jinê ava kirin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû bajarên Rojava bandora xwe çêkir û rê li ber pêşveçûnên mezin vekir. Di warê leşkerî de YPG, YPJ, HPC û QSD ava kir û xweparastina xwe pêk anî.

Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya neteweya demokratîk rê li ber pêşiya Şoreşa Rojava vekir. Li dijî hêzên netewe-dewletê felsefeya hevpar û azadîxwaz ava kir.

Kurd ên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şerê mirovayetiyê kirin, tevî gelên Rojhilata Navîn avakirina jiyana nû didomînin. Di heman demê de Şoreşa Rojava ji gelên cîhanê re dibe hêvî.

Di salvegera 6’emîn de ji bo jiyîn, geşkirin û danasîna Şoreşa Rojava û ji bo parastina deskeftiyên wê em bangî têkoşînê dikin.”