Şoreşa Rojava bi ruhê serketinê mezin bû

Pêngava 15'ê Tebaxê ku fîşeka destpêkê ya gerîla ye, hîmên Şoreşa Rojava danî. Piştî Pêngava 15'ê Tebaxê li Rojava navê Egîd li zarokan hate kirin, bi sedan jê berê xwe dan çiyê.

Pêvajoya ku li dijî rejîma faşîst a 12'ê Îlonê di 15'ê Tebaxa 1984'an de bi çalakiyên li Dihê û Şemzînanê destpê kir, weke pêngaveke gerîla ya şoreşgerî li Rojava belav bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan di pêvajoyên destpêkê yên Pêngava 15'ê Tebaxê de gotibû, "Pêngava biryardarî, israr û hêviyê." Ji welatparêzên Rojavayî Esma Mûrad û Beşîr Nûrî qala bandora Pêngava 15'ê Tebaxê ya li ser Rojava kirin.

Esma Mûrad ku sala 1988'an Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, sala 1991'ê çû Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê û hem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, hem jî Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê li Akademiya Mahsûm Korkmaz pîroz kir. Ji sala 1991'ê û pê ve Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û di her kêliyê de xizmet ji gelê Kurd re kir. Esma Mûrad di pêvajoya rejîma Baasê de 3 caran hate girtin, êşkence lê hate kirin, lê belê tawîz ji dilsoziya xwe ya bi gel û têkoşîna azadiyê ya Kurd neda.

Esma Mûrad anî ziman ku gelê Kurd bi xwe jî texmîn nedikir ku bigihêje vê astê û ragihand, gava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya Pêngava 15'ê Tebaxê ji pêvajoya nû re bûn wesîle. Esma Mûrad diyar kir ku berxwedana li Bakur ji gelê Rojava re bû wêrekî û got, "Li Bakur ji 7 heta 70 salî her kes rabû ser piyan, hewl da qîrîna têkoşînê bidin bihîstin. Di rewşeke bi vî rengî de nedibû ku gelê Rojava bêdeng bimîne. Ji xwe wê demê Rêber Apo jî li Sûriyeyê bû. Sedema herî girîng a tercîhkirina berxwedanê bû. Me bi demê re baştir fêhm kir bê 15'ê Tebaxê li Rojava çawa deng veda. Ew dem tê bîra min, çiqas ewladên me tevlî berxwedanê bûn, berê xwe dan çiyayên azad. Herî zêde di wê demê de tevlîbûn li nava refên tevgera azadiyê ya Kurd çêbû."

Esma Mûrad ragihand ku Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de serdemeke diyarker e û got, "Eger dagirker nekarîn bigihêjin armanca xwe, ev yek ji ber xwedîderketina me ya li ala berxwedanê ya wê rojê bû. Zext, zilm û êşkenceya rejîma Baasê gelekî zêde bû. Wê demê me nikarîbû bi rengekî azad 15'ê Tebaxê pîroz bikin. Ji bo pîrozkirina 15'ê Tebaxê ya me dawetek yan jî dema paletiyê ji xwe re dikir hincet. Îro jî em li xaka azad bi rengekî azad 15'ê Tebaxê pîroz dikin."

NAVÊ EGÎD LI ZAROKAN HATE KIRIN

Beşîr Nûrî ku hîn xwendekar bû, di sala 1984'an de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, 39 sal in têkoşîna xwe dewam dike. Beşîr Nûrî bal kişand ser bandora fîşeka destpêkê li ser Rojava û got, "Di sala 1984'an de hîn xwendekar bûm. Wê demê min têkoşîna azadiyê ya Kurd hînê nû nas dikir. Pêvajoyeke welê bû ku têkoşîna azadiyê ya Kurd li hemberî hewldanên tasfiyekirinê mezin dibû, belav dibû. Berê min ruhekî bi vî rengî yê berxwedanê nedîtibû. Piştî 15'ê Tebaxa 1984'an her malbata ku navê hevalê Egîd bihîst, navê Egîd li zarokên xwe kir. Yek ji wan malbatan jî malbata min bû. Navê Egîd li birayê min kirin ku sala 1986'an ji dayik bû."

Beşîr ragihand, di demekê de ku dijminên gelê Kurd dixwestin Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tune bikin, Pêngava 15'ê Tebaxê bû bersiveke mezin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Dijmin dixwest derbeke mezin lê bixe. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha dixwest li her devera Kurd lê ne, bêhnê lê biçikîne, bifetisîne, lê belê Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi pêşengiya hevalê Egîd hate kirin, bersiv da êrîşan hemûyan. Nîşan da ku raperîna gel, berxwedana gel nikare bê tepisandin. Li Rojavayê Kurdistanê gel di nava şert û mercên asayî de nebû. Zext û zilmeke giran a rejîma Baasê hebû. Dihate xwestin ku gel bê bêdengkirin, tepisandin, lê belê piştî sala 1984'an di berxwedana gel de guhertineke mezin çêbû; coşa gel zêde bû, bêhtir wêrek bû."

'ŞOREŞA ROJAVA BI PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ RE MEZIN BÛ'

Beşîr diyar kir ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyeke nû destpê kir û got, "Navê Egîd êdî ji bo gel pîroz bû. Gelê Kurd dest bi pêvajoyeke nû kiribû ku jiyana wan guherî û hevalê Egîd bû sembol. Ji bo gelekî li ber tunebûnê, pêvajoyeke bi wate bû. Ji bo parastina hebûna xwe diviyabû baweriya xwe ya bi berxwedanê xurt bûya, gel jî berxwedan hilbijart. Eger îro li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hatibe, ev yek encama berdêl û keda 15'ê Tebaxê û pêvajoya piştî wê ye. Ji ber ku Pêngava 15'ê Tebaxê bandor li ser Kurdistanê û gel kir. Bi vê bandorê şoreş pêk hat."