‘Şoreşa Rojava bi felsefeya Ocalan geş bû’’

Ehmed Şêxmûs ku cara pêşî 1994’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî, got, ‘’Şoreşa Rojava a 8 salî jî dîsa bi raman û felsefeya Rêber Apo geş bû’’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku demeke dirêj li Rojavayî mayî bandoreke mezin li ser gelê Roava kir. Ehmed Şêxmûs ku 1994'an ji Amûdê çûyî Şamê da ku Ocalan bibîne, têkilî hevdîtinên xwe yên li gel Ocalan ji ANF'ê re vegot. Şêxmûs got, beriya ku biçe hevdîtinê rêxistiniya nav civakê dikir û got,''Berê di nav partiya me de min xebatên rêxistiniyê dikirin. Niha jî Hevserokê PYD'ê yê bajaroka Topiz a Amûdê me.''

Dema ku di nav xebatan de bûm 1992'an hevalan xwestin ku ji her gundî hevalek biçe qada Rêbertî. Wê demê min jî hin heval şandibûn. Piştre 1994'an siûda min çêbû û ez jî çûm. Ji bo min weke xewnekê bû ku biçim Serok bibînim, pê re rûnim. Em komeke nêzî 40 kesî bûn û em ji vir çûbûn. Piştre em bûne du kom. Ez çûbûm yek ji malên me yên partiyê. Dema firavînê bûn. Serok hate hundir û slav da me. Rêbertî nedixwest ku wextê wî vala biçe.''

JIN LU KÛ NE?

Şêxmûs got li ser rewşa Kurdistanê û tiştên ku wê bibin li gel Rêberê Gelê Kurd Ocalan gotebêj kirine û domand: ''Hevalekî me got, Kurdistan wê kengî ava bike. Rêber Apo jî got, ''Heta ku em nebin yek ev daxwaza me çênabe. Hûn gel heta ku hûn yek bin wê gavên mezin werin avêtin.  Li me nerî û got, ''Di nav we de jin nîn in? We jin neanîn?' Hûn jî ji xwe re demokrat dibêjin, ji xwe re rêveber dibêjin. Hê we hevalên ji nenanîne vir.''

Li ser vê pir li ser mijara jinê rawestiye. Di dîrokê de ya ku pir hatiye çewisandin, keda wê hatiye xwarin lê dîsa jî dîrok çêkiriye, zarok mezin kirine û mirovahî bi pêş ve biriye. Divê em jinê bi pêş ve bibin, divê hûn jinê li paş nehêlin. We ev kêmasî carekê kir lê hêvî dikim ku hûn dubare nekin.''

'ÇI TIŞTA KU DIZANÎBÛ , HÎN BÛN, DIKIR XIZMETA GELÊ XWE'

Şêxmûs got Ocalan li ser partiyên berê fikra xwe gotiye û domand, ''Wê demê min got, Serokê min , di nav PDK û YNK'ê de şer heye û çi fêdeya vî şerî li Kurdan heye?'' Bi dirêjî behs kir bê ka dijmin çawa me bi hev dide şerkirin û dixwaze yekîtiya me parçe bike. Piştre jî got, heke em yek bin dijmin li bara me wê qels be. Wê demê jî bi tevlêbûna ji çar parçeyên Kurdistanê dixwest ku yekîtiya netewî ava bike. Got, di şerê navxwe yê Kurd de para dijmin zêde ye.

Serok got, ''Rewşa partiyên niha yên Kurdan mîna yê zarokan e ku dixwazin xwe li deverekê bigirin.  Çi dema ku hûn destê wan berdin wê bikevin. Lê zarokek bêyî ku xwe bispêre hinan dema ku hîn bû ku xwe li ser piyan bigire we demê hûn pehîna jî lêxin wê bikaribe bimeşe. Rewşa partiyên niha wiha vegotibû. Weke şerê Barzaniyan ê li dijî Sedam, çawa ku Îranê desteka xwe jê kişand şoreşa Barzaniyan di nav 24 saetan de hillweşiya. Gelek mirov gotin diviya ew neketa vê rewşê û xwe kuştin.

Rêber Apo digot her yek ji we divê bibe rêberek û tim raman û felsefeya xwe bi gel re par ve dikin. Bi rêya pirtûk û kasêtan jî be tim bi me re par ve dikir. Dixwest ku gel hemû bîrewer bibe û xwe bigihîne. Hemû lîderên dî, rêber her tişt bi xwe re dicivandin, gel bîrewer nedikirin.

'RÊYA ESLÎ LI IMRALIYÊ YE'

Şêxmûs got ''Rêber Apo dibû derman ji birînên me yên sedan salan re'' û domand, ''Rêber Apo di vê xalê de tim çareserî dida. Ji ber vê jî dijminên me digt belkî mîna Qazî Mihemed, Seyîd Riza û Şêx Seîd Rêber Apo esîr bigirin û şoreşê biqedînin. Lê Rêbertî di vê xalê de planên domdirêj kiribûn û ji ber vê sedemê jî digot divê hûn tim xwe bi pêş ve bibin û bigihînin. Em dîsa sonda dixwin û dibêjin, em ê di rêya Rêber Apo de bimeşin û di vê rêyê de her çi were xwestin em hazir in.

Derbarê Rêber Apo em çi bibêjin kêm e. Rêber Apo mîna okyanosan e, şoreşa Rojava a 8 salî jî bi raman û felsefeya Rêber Apo geş bû. Me bi qasî ku wî dixwest ew fêhm nekir lê li gel vê jî şoreş geş bû û giha heta îro. Azadiya Rêber Apo tê maneya ku Rojhilata Navîn ji zilma heyî rizgar bibe. Çareseriya rastî li Imraliyê ye û bila kesek li devereke dî negere. Em dixwazin mîna berê bi Rêber Apo re bin, em gelek tiştan deyndarî wî ne.''