Şewata ku dagirkeran li Eyn Îsa pêxistibûn hê jî dewam e-NÛ BÛ

Şewata ku dewleta Tirk a dagirke û çeteyên wê ya li zeviyên çandiniyê yên gundiyên gundên dikevin başûrê Eyn Îsayê pêxistibûn, dewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Temamiye yê Eyn Îsa ku dagirkirine agir berda zeviyên çandiniyê yên gundiyan.

Şewata ku demek kin gihişte zeviyên gundên Seyda û Mexalaqê hê jî dewam dike.

MAL ŞEWITANDIN

Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlan ên li gundê Mexalaq a dikever rojavayê Eyn Îsayê şewitandin.

Tîmên agir vemirandinê, ji bo şewata li zevî û malan derketî vemirînin ketin tevgerê.