Li Şedadê şervanên YPJ û YPG'ê Zeynep Kinaci bi merasîmekê bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di sala 1996’an de li Dersimê li dijî hêzên dagirker çalakiya fedaî pêkanibû li Şedadê bi merasîmekê hate bibîranîn.

 22 sal beriya niha ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve komployek li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate meşandin  û ji bo bersivdayîna vê komployê Zeynep Kinaci (Zîlan) li bajarê Dersimê çalakiya fedaî li darxist.

Li navçeya Şedadê ya Hesekê şervanên YPG û YPJ’ê bi merasîmekê Zîlan bibîranîn.

Şervana YPJ’ê Evîndar Şervan ji bo vê rojê wiha axivî; “Di sala 1996, de bi esasê şermezar kirin û vala derxistina komploya ku ji aliyê dewleta Tirka faşîst ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan de hatibû, şehîd Zîlan çalakiyeke fedaî li darrdixe û bi vê çalakiya xwe hem girêdanbûna xwe bi Rêber Ocalan re û hem jî hêza jinê ji hemû cîhanê re da nîşandan. Ez jî weke jineke şoreşger şehîd Zîlan ji xwe re esas digirim  û em vê sozê didin ku heya daviyê li ser şopa şehîd Zîlan bimeşn.”

Yek ji şervana YPJ’ê Bêrîtan Warşîn jî wiha got;” Hevala Zîlan ji bo min hîtaba azadî û serkeftinê ye, ji bo min îradeya jine ji ber ku em ji heval Zîlan îrade û hêza jin fêr bûn.”

Piştre merasîma bibîranê bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.