Şervanên YPJ'ê: Em ê li Efrînê jî şer bikin û bi ser bikevin
Şervanên YPJ'ê gotin, pêngava Dêra Zorê bi ser dikeve û piştî vê pêngavê wê berê xwe bidin Efrînê. Şervanan destnîşan kirin ku wê ti carî Efrînê bi tenê nehêlin.
Şervanên YPJ'ê gotin, pêngava Dêra Zorê bi ser dikeve û piştî vê pêngavê wê berê xwe bidin Efrînê. Şervanan destnîşan kirin ku wê ti carî Efrînê bi tenê nehêlin.
Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de ne, ji ANF'ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dan.
'EM Ê LI EFRÎNÊ JÎ ŞER BIKIN'
Evîn Tilberek got, "Em weke YPJ'ê cihê xwe di nava Pêngava Bagera Cizîrê de digirin. Şert û mercên Dêra Zorê zehmet e, bi taybetî bahoza tozê zehmet e. Lê belê ev ji bo me ne pirsgirêk e, zêde bandorê li me nake. Dewleta Tirk dixwaze êrîşî Efrînê bike. Çawa ku em li Dêra Zorê şer dikin, bi heman awayî em ê biçin Efrînê û li Efrînê jî şer bikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin û li ber xwe bidin. Em ê bi ser bikevin."
'EM Ê RÊ NEDIN'
Zêrîn Çarçela got, "Weke şervaneke YPJ'ê em li Pêngava Dêra Zorê ne. Dewleta Tirk xwe amade dike ku bikeve Efrînê. Çawa ku em niha li Dêra Zorê şer dikin û çeteyan têk dibin, em ê bi heman rengî li Efrînê jî şer bikin. Weke YPJ'ê em ê nehêlin ku dewleta Tirk bikeve nava Efrînê."
'EM Ê AXA XWE YA PÎROZ JI WAN RE NEHÊLIN'
Bahar Qamişlo got, "Şoreşa Rojava di sala heftan de ye. Em heta niha li hemû herêmên xwe yên pîroz bi ser ketin. Bi saya YPG û YPJ'ê em li her derê bi ser ket. Li ser vê axê xwîna gelek xort û keçan rijiya. Me jî soz daye wan. Em ê her tim li ser şpa wan bin. Me serketina herî mezin li Kobanê, li Minbicê, li Reqayê bi dest xist. Îro jî em li Dêra Zorê ne. Em li eniya şer in. Dêra Zorê ji aliyê erdnîgarî ve naşibe cihên din. Beşeke mezin a erdnîgariya xwe çol e. Timî mij û bahoza çolê heye. Em jî li dijî vê timî bi tedbîrin. Şev û roj em ranazên. Ji ber ku em naxwazin ne şehîd ne jî birîndaran bidin. Yek armanca me heye, ew jî parastina vê axê ji çeteyên barbar e. Ev ax pîroz e û gelek netewe li ser vê axê şer dikin.
Ev heft sal in ev şoreş didome. Û heft sal in ku em li dijî dijminên mirovahiyê şer dikin. Niha jî em li Dêra Zorê şer dikin. Eger bê xwestin em ê li Efrînê jî şer bikin. Ya rast dijmin ji her cihî êrîş dike. Û em jî bersiva hemû êrîşan didin. Em ê bi ti awayî dest ji vê axa pîroz bernedin. Hevalên me îro li Efrînê li ber xwe didin. Bi lehengî li ber xwe didin. Çawa ku me li Kobanê li ber xwe dan, çawa ku me bi dehan şehî dan û bi ser ket, em ê li Efrînê jî, li Dêra Zorê jî bi ser bikevin û xwe bigihînin Kurdistana azad, Sûriyeya azad û demokratîk û federalîzmê. Ji ber ku hemû netewe di vî şerî de cihê xwe digirin.
Piştî Dêra Zorê em ê biçin Efrînê. Efrîn axa me ya pîroz e. Erdogan nizane wê çi bike. Çi dibe bila bibe, em ê dest ji Efrînê bernedin, em ê axa xwe, welatê xwe bi destê wan ve bernedin. YPJ û YPG wê bi ser bikevin."