Pêngava Reqa: Taxa Reşîd hat rizgarkirin, 43 çete hatin kuştin

Piştî şerê dijwar û şûnde, şervanên QSD’ê taxa Reşîd bi temamî ji çeteyên DIAŞ’ê rizgar kirin. Di şer de 43 çete hatin kuştin.

Pêngava rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe dewam dike. Şervanên QSD’ê yên ku roj bi roj pêşve diçin serkeftinên mezin bidest dixin. Li eniya rojhilat di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar qewimî, di encama şer de taxa Reşîd bi temamî hate rizgarkirin.

Di şerê li vê taxê de, 8 çete hatin kuştin, şervanan dest danîn ser çekek BKC, 2 keleş, 2 çeka B7 û 2 rextan.  Her wiha çeteyan gelek cenazeyên xwe li pey xwe hiştine.

Li taxa Reqaya Kevin jî şer bi hemû hêza xwe dewam dike. Di encamê de 9 çete hatin kuştin û gelek çete jî birindar bûn.

Li taxa Mensûr jî şerekî dijwar qewimî. Di encamê de 11 çete hatin kuştin. Wesayîteke ku doçka 12-5 li ser barkirî bû, hate rûxandin.

Li eniya Rojava jî şer derket. Di encamê de li taxa Mirûr 12 çete hatin kuştin û birindarkirin. Li taxa Nehda jî  3 çete hatin kuştin.