Şervanên QSD'ê li Reqayê bi pêş ve diçin: 48 çete hatin kuştin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Nexweşxaneya Zarokan û gelek cihên girîng ên li Reqayê rizgar kirin. Di şer de 48 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 83'ê de ye. Li taxa Reqa Berê ya li rojhilatê bajêr, duh bi şev şerekî giran qewimî. Di şer de 21 çete hatin kuştin, ku 2 sekvan jî di nav de hebûn. Her wiha wesayiteke çeteyan a tijî cebilxane hate rûxandin.

Li taxa Mirur a li rojavayê bajêr jî, piştî şerekî giran şervanên QSD'ê Nexweşxaneya Zarokan bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Di vî şerî de 16 çete hatin kuştin.

Li taxa Nehda ya li rojavayê bajêr, şervanên QSD'ê bi pêş ve çûn û gelek cihên girîng rizgar kirin. Li vê taxê di şer de 11 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD'ê, ku roja 6'ê Hezîranê dest bi Pêngava Rizgarkirina Reqayê kirin, beşeke mezin a bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine.