Şervanên Kurd û Ereb: Em ji xwe bawerin; Em ê Reqayê rizgar bikin

Pêngava rizgarkirina Reqayê dewam dike. Şervanên Kurd û Ereb diyar kirin, ku çete nikarin li ber wan bisekinin û ew bi rengekî serketî bi pêş ve diçin.

Pêngava rizgarkirina Reqayê û azadkirina gelê zilmê dibîne, dewam dike. Hêzên azadiyê ku ji du baskan ve dor li bajêr girtin û ji taxên derve ketin nava bajêr, bi gavên ji xwe bawer, bi pêş ve diçin.

Şervanên azadiyê yên ketine navenda Reqayê, bi giranî ji şervanên Kurd û Ereb pêk tên. Li gel vê yekê, şervanên gelên cuda yên Bakurê Sûriyeyê, ku zilma çeteyên DAIŞ'ê dîtine, di pêngava rizgarkirinê de cih digirin. Ji neteweyên cuda jî bin, armanca wan yek e; Rizgarkirina gelê Reqayê.

Du ji van şervanên berê wan li navenda Reqayê ne Ferhat û Osman e. Ji me re qala şerê li navenda bajêr û wateya pêngava azadiyê kirin.

'EM Ê GEL RIZGAR BIKIN'

Ji şervanên azadiyê Osman ji gelê Ereb e. Dibêje, ku ew kêfxweş e ji ber ku li Reqayê ye û wiha dewam dike:

"Em niha li taxên Reqayê yên me rizgar kirine. Çeteyên DAIŞ'ê gelek nebaşî li ser vê xakê kirin. Gelekî zilm li gelên li vê derê kirin. Niha em keleha wan a herî mezin, em paytexta wan rizgar dikin. Em ê gel rizgar bikin."

'DAIŞ NIKARE LI BER ME BISEKINE'

Şervanê azadiyê Ferhat jî, ku li heman çeperê ye, Kurd e. Dibêje ku ji ber li nava Ereban mezin bûye dixwaze bi Erebî baxive û wiha dewam kir: "Em niha li taxên Reqayê ne. Hevalên me li çeperên hê li pêş in. Ji ber ku ev çepera dawî, bajarê dawî yê di destê DAIŞ'ê de ye, çete hewl didin li ber xwe bidin. Hem bi mayinan, hem jî bi wesayîtên bombebarkirî hewl didin me bisekinînin. Lê belê nikarin bandorê li me bikin. Em bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve diçin."