Şervanên ku li dijî erişên dagirkeriyê li ber xwe dan axivîn

Şervanên YPG û QSD'ê yên ku beriya salekê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe dan, qala êrişên dagirkeriyê, armancên êrişan û berxwedana dîrokî ya li dijî êrişan kirin.

Dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê kiribû. Şervanên QSD'ê û YPJ'ê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nirxandin û destnîşan kirin ku dagirker wê li hemberî berxwedanê têk biçin.

Şervana YPJ'ê Gulan diyar kir ku di berxwedana dijî dagirkeriyê de birîndar bû, lê tevî vê yekê jî li Silûkê wan korîdorek vekirin û got, "Êrişa 9'ê Cotmehê êrişeke dagirkeriyê ya navneteweyî bû."

Gulan got, "Ji bo desthilatdariya xwe ya li ber hilweşînê ye li ser Rojava xurt bike, êriş kir. Lewma bi rengekî topyekûn êriş kir. Êriş hîn jî dewam dikin. Li Efrînê hemû pîvanên exlaqî binpê kirin û êriş kirin. Her roj destdirêjiyê li jinan dikin û wan dikujin."

Gulan anî ziman ku mîna li Efrînê şêniyên Girê Spî û Silûkê jî xwe bi sîstema xweser bi rêxistin kirine, xaka xwe parastine û got, "Dagirkeran ev yek weke metirsî didîtin. Bi navê parastina sînor xwestin komkujiyê bikin. Hevalan û gel bi rengekî fedayî şer kirin."

Gulan got, "Ez li Silûkê bûm. Di bin fermandariya Heval Zîn de bûm. Hevala Zîn pêşengî ji me re dikir, hem şer dikir hem jî şer koordîne dikir. Bi lehengî şer kir û şehîd bû. Em di nava dorpêçê de mabûn, ji bo vekirina korîdorê me şer dikir. Dema ku me korîdor vedikir bi balafirên şer ên bêmirov li me dan, ez li Silûkê birîndar bûm. Tevî vê yekê jî me korîdor vekirin."

Şervanê QSD'ê Baran jî şehîdên Berxwedana Rûmetê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got, "Êriş ji rêzê nebûn. Di dîroka Kurdan de tê zanîn ku 9'ê Cotmehê tê çi wateyê. Pêwendiya xwe bi komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ve heye. Êrişên 9'ê Cotmeha 2019'an jî bi vê ve girêdayî ye. Rabirdûya Girê Spî, Silûkê, Eyn Îsa û Serêkaniyê tê zanîn. Bi berxwedaneke mezin, bi berdêlên giran ên şervanên YPJ, YPG û QSD'ê û gel hatibûn rizgarkirin."

Şervanê QSD'ê Baran diyar kir ku ew li şerê Girê Spî li derdora gundan bû û got, "Ne êrişeke ji rêzê bû, bi her awayî teknîk dihate bikaranîn. Lê belê tevî ewqas êrişkariyê hevalan bi lehengî li ber xwe dan. Hevalê Bahoz birîndar bûbû, ji bo nekeve destê dijmin bi dirûşma 'Teslîmiyet xiyanet e' bombeya xwe bi xwe ve teqand Her wiha gelek hevalên jin li eniyên pêş bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Şehadeta hevalan hêrsa me mezintir dikir û ji bo bîranîna wan me gelek çalakî li dar xist. Gelek çeteyan çek û cebilxaneya xwe li pey xwe hiştin û reviyan. Tirk û alîgirên wan li deverên dagir kirine hewl didin nirxên çandî yên xwecihî bi temamî tune bikin û li şûna wan ziman, çand û pereyên xwe bi kar bînin. Şêniyên herêmê dikujin û gel bi zorê koçber dikin. Çeteyan û malbatên wan bi cih dikin. Li dijî êrişan hemûyan hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Weke şopdarên wan em ê bi felsefeya Rêber Apo bimeşin û tola gelê xwe hilînin."

Şervana YPJ'ê Mezra ku di dema êrişên dagirkeriyê de li eniya Girê Spî bû diyar kir  ku hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê psîkolojîk ve şer dihate kirin.

Mezra got, "Hevalan bi rengekî dîrokî li ber xwe dan, bedena xwe li dijî teknîkê kirin çeper. Bi şev û roj bi rengê fedayî şer dikirin. Jİ ber ku ev xak welê bi hêsanî nehatibû bidestxistin, bi berdêlên giran hatibû rizgarkirin. Ji ber vê yekê hevalan hemûyan bi rengekî çalak cihê xwe di nava vî şerî de girtin. Mînaka vê jî mirov dikare bi bîranîna şehîd Azad bînin ziman. Timî di nava liv û tevgerê de bû, tevlî kar hemûyî dibû. Li gel balafirên şer û yên keşfê nedisekinî, dixebitî. Ji bo rizgarkirina hevalên birîndar bi fedayî çû û şehîd bû... Berxwedan qet neqediya, wê neqede, heta dawiyê em ê xwedî li nirxên xwe derkevin."

Şervana YPJ'ê Bêrîtan jî got, "Ev êrişên qirêj dibin sedem ku em têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku me soz dane ku li dijî van qirêjiyan şer bikin. Di vî şerî de ji ber bombardûmana balafirên şer dayik û zarok di binê xirbeyên xaniyan de man. Dema ku em çûn wan rizgar bikin balafiran careke din bombardûman kirin, wê demê birîndar bûm. Ev berxwedaneke rûmetê bû, bêguman zor û zhemtiyên xwe heye, lê belê zor û zehmetî hêz da me. Asta têkoşîna me bilind bû û wê bilindtir bibe."