BI DÎMEN

Şervanên HRE'yê: Em ê siya dewleta Tirk ji vê axê rakin

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kirin ku ew ê hêviya gelê xwe pêk bînin û siya dewleta Tirk ji warê xwe rakin.

Bajarê Efrînê ku di sala 2018'an de  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin û gelê herêmê neçar ma ku ber bi herêma Şehbayê ve koç bikin.  Li Efrînê siyaseta binpêkirinê ya li dijî xweza, şûnwar û talankirina milk û malên welatiyan heta îro jî  berdewam dike. Her wiha kiryarên li dijî welatiyan yên weke revandin, kuştin, kiryarên qirêj yên li dijî jin û zarokan, guhertina demografiyê û hemû sûçên şer ên ku gelê herêmê neçar dike ku koçî herêmeke din bikin, li Efrîn pêk tên. Ciwanên Efrînê li hemberî hemû polîtîkayên dewleta Tirk û çeteyên wê û zulm û zordariya ser gelê Efrînê û ji bo rizgarkirina welatê xwe û da ku bibin bersiv li hember dijminê welatê xwe Hêzên Rizgariya Efrînê ava kirin. Li dijî polîtîkayên ku tên meşandin û HRE operasyon û çalakiyên xwe li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Şervanê HRE'yê Xebat Dêrik ji ANF'ê re pênaseya Hêzên Rigariya Efrînê kir û wiha got: ''Hêzên Rizgariya Efrînê hêzên sozdayîna vegerandina gelê Efrînê û hemû gelên ku herêma wan di bin  dagirkeriya dewleta Tirk de ye. HRE li gorî şert û mercên siyasî, leşkerî û erdnîgarî xwe birêxstin dike. Bi perwerdeyên profesyonel û terza modêrn gerîlayan û şerkirina li hemberî teknîkên dijmin ên cur bi cur xwe perwerde û amade dike. ‘’

Her wiha Xebatî diyar kir ku HRE'yê  xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan birêxistin dike û anî ziman ku HRE ji bo hemû gelê azadîxwaz, bindest û yên dixwazin ji zilma dewleta Tirk rizgar bibin heye û xwe girêdayî vê armancê  birêxistin dike û pênase dike.  

Dêrîkî operesyona ku di 30'yê Çileya 2024'an de li dijî dagirkeriyê pêk hat nirxand û got: ''Operesyona li gundê Basilê û pêk hat. Amadekariyên wê operesyonê bi terzeke fedayî û lehengî hatin kirin. Hemû şervanên ku di wê operesyonê de cih girtin, soz dabûn ku gelê bindest û hemû gelê Efrînê û  malbatên şehîdan ku wan ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin. Bi vê esasê operesyon hate lidarxistin û hemû şervanên ku di vê operesyonê de cih girtin xwedî tecrûbe û profesyonel bûn û hemûyan jî riska şehadetê dabû ber çavê xwe. Her wiha yek ji sereketirîn armanca vê operasyonê  ji dijmin re xistina derbeyeke mezin bû.’’

Şervanê HRE'yê Xebatî eşkere kir ku komek bi navê Ozbek ên ji Ozbekistanê bi destê dewleta Tirk li wan gundan hatiye bicihkirin û got: ''Li gorî şopandin û belgeyên ku ketine destê me komek bi navê Ozbekistanê ya girêdayî Cebhet El-Nusrayê li gundê Basilê bi cih bûye. Dewleta Tirk a dagirker wê komê weke mertal bi kar tîne ji ber ku ew bi xwe nikare li hemberî hêzên me şer bike. Dewleta Tirk a dagirker li gundê Basîlê ev komên çeteyan ku bi pereyan kar dikin, bi perayan xapandine û  ji xwe re kirine mertal. Heman rewş li hin herêmên din jî heye.’’

 Di dawiya axaftina xwe de Şervanê HRE'yê Xebat Dêrîk ji gelê Efrîn û hemû gelên ku herêma wan hatiye dagirkirin re got: ''Peyama me ya ji bo gelê ku di bin dagirkeriyê de ye wiha ye;  Em soz didin gelê xwe heta dawiyê em ê li dijî dagirkeran şer bikin û em ê nehêlin ku dewleta Tirk a dagirker li ax û sînorên me rehet be. Em soz didin ku em ê siya dewleta Tirk li ser vê axa xwe rakin. Em şopdarê şehîdên Kurdistanê ne û soz didin gelê xwe û rêhevalên xwe em ê rêya wan bişopînin û têkoşînê berdewam û berfirehtir bikin û tola wan hilînin. Operesyona gundê Basilê wê li hemû herêmên dagirkirî  li dijî baregehên dewleta Tirk dubare bibin. Ev yek armanca  hemû şervanên HRE’yê ye.’’

Şervana HRE'yê Bêrîtan Şoreş jî axivî û di destpêka axaftina xwe de derbarê fikr û armanca HRE’yê axivî û diyar kir ku rola jinan di nav HRE'yê de di asta herî bilind de û got: ''Hêzên Rizgariya Efrînê li ku derê qirkirin, êşkence û dagirkirin hebe li wir xwe birêxistin dike. Em xwe girêdayî fikr û Felsefeya Rêber Apo birêxistin dikin em weke HRE'yê li dijî êrîş û qirkirinên li ser  jinan jî têdikoşin. Rola me jinan di nava Hêzên Rigariya Efrînê de di asteke bilind de ye û pêşengtiya jinan di çalakiyan de xwe gelekî nîşan dide.  Li ku derê êrîş û êşkence li ser jinan hebe  were kirin em li wir xwe birêxistin dikin û li dijî wan derdikevin û çalakiyên xwe pêk tînin.’’

Bêrîtanê di dewama axaftina xwe de qala hemleya HRE’yê ya di 30'yê Çileyê de ya li dijî çeteyên Tirk a dagirker kir û got: ''Me di 30'yê Çileyê de li gundê Basilê a navçeya Şêrewa çalakiyek li dijî çeteyên dewleta Tirk pêk anî. Armanca wê çalakiyê ev bû ku me  dixwst bila dijmin bizanibe ku em li hember êrîşên ku tên kirin çavê xwe nagirin û bê deng namînin. Em ê van çalakiyan nasekinin û em ê her çalakiyên xwe dewam bikin. Dibe ku em şehîd bibin yan jî hevalên me ev yek ji bo me pîroz e. Her wiha hevalên jin yên ku di wê hemleyê de cih girtin, ji hemleyê re pêşengtî kirin û roleke girîng dabûn ser milên xwe. Em weke Tîma Şehîd Avesta em ê bêdeng nemînin. Hevalên me şehîd bûn lê belê em şopdarê wan in  û em ê tola wan hilînin.’’

Bêrîtanê di nav axaftina xwe de peyama xwe ji gelê xwe re got û diyar kir ku ew ê ji bo rizgarkirina û pêkanîna hêviya gelê xwe tim çalakiyên xwe li dar bixin  û wiha domand: ''Bila hêvî û baweriya gelê me ji bo me hebe, em tu carî welatê xwe di destê dagirkeran de nahêlin, wê rojek were û dewleta dagirker tune bibe. Bila herkes bizanibe ku gelê me yê li herêma Şehbayê li ber xwe dide li piştgiriyê dide me ye û hêvî û baweriya vegera ji Efrînê re li ser rûyê wan tê dîtin. Hêviya wan jî em in û em ê hêviya wan pêk bînin. Ji bo rizgarkirina Efrînê wê çalakiya me tim hebin.’’

Şervana Hêzên Rizgariya Efrînê Bêrîtan Şoreşê di dawiya axaftine xwe de xwe tekez kir ku ew ê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bin û tola wan hilînin û ev yek anîn ziman: ''Em hemû şehîdên HRE’yê û şehîdên jin ên bi lehengî  şer kirin û şehîd bûn yên weke Şehîd Zîn, Şehîd Berfîn, Şehîd Çîçek û Şehîd Jiyan bi minetdarî bi bîr tînin. Hevalên şehîd ji bo me xet û pîvanên azadiyê ne û em şopdarê wan in û heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê şer bikin û tola  şehîdên xwe hilînin.’’