Şervanên DKP/BOG'ê li Rojava li ser gorên xwe hatin bîranîn

Şervanên DKP/BOG'ê yên di dîrokên cuda de di şerê li dijî faşîzmê û dagirkeriyê de "nemir" bûne, li Rojava li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Li gorî daxuyaniya DKP/BOG'ê, şervanên ku di şerê li dijî faşîzm û dagirkeriyê de "nemir" bûne, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em weke şervanên DKP/BOG’ê soz didin fermandarê xwe yê nemir Ûlaş Bayraktaroglû û hemû hevrêyên xwe ku; em ê bi ser bikevin. Serkeftin ji her demê nêzîktir e. Berdêla ku em didin me her roj zêdetir nêzî serkeftinê dike. Em tim serkeftinê bi rêxistin dikin. Em her tim şopdarê we nin. Em ê jî weke we hêza serkeftinê bi rêxistin bikin.”

Di heman daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin: “Rêwîtiya me ya ku bi Pêngava Mijdarê ya bi pêşengiya Fermandarê me Ûlaş Bayraktaroglû destpê kir, ji roja destpêkê heta niha artêşekî ku qet bin nakeve afirandiye. Serfermandar û Hevrêyên me yên nemir li kuçe û kolanên Tirkiyeyê, li çiya, li çeperan û li her cihê ku em lê bin, li wir in. Dema ku em hesap dipirsin ji bo wan, dema ku em guleyên davêjin ji bo wane û dilê me her tim ji bo rêya serkeftina wan lêdide. Em ê serkeftinê diyarî wan, karker û bindestan bikin.

Serkeftin nêzîk e! Em ê bi ser bikevin."

Merasîma bîranînê ya şervanên DKP/BOG'ê bi sonda "Hêza Azadiyê" ya li ser gora Ûlaş Bayraktaroglu bi dawî bû.