Cenazeyê şervanê YPG’ê Nûrdîn Rehmûk li Helebê hate veşartin

Şervanê YPG’ê Şehîd Nûrdîn Rehmûk (Amed Gabar) ê ku şehîd bûbû li Helebê ji aliyê bi sedan kesan hate veşartin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye îro cenazeyê şervanê YPG`ê Nûrdîn Rehmûk ( Amed Gabar) veşart ê ku di 11`ê Cotmeha 2019`an de şehîd bûbû. Her wiha nasnameya şervanê Hêzên Parastina Gel Cemal Meimo (Şiyar Meimo) yê ku di 25`ê Hezîrana 2019`an de şehîd bûbû, hate eşkerekirin.

Kerwana şehîd ji ber nexweşxaneya Şehîd Xalid El-Fecir ber bi goristana gundê Pino li herêma Şiqeyf ve bi rê ket.

Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ`ê ve dest pê kir. Paşê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Ayşe Hiso, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê Remzî Bekir axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin û destnîşan kirin ku bi saya xwîna şehîdan gelek destkeftî hatin bidestxistin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji bo tevahiya herêmên hatine dagirkirin rizgar bibe û koçberên Efrîn, Girê Spî û yên Serêkaniyê vegerin warên xwe, hîna jî fedekarî tê kirin.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan û şervanên li eniyan silav kirin.

Piştre endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo wesîqeyên şehadeta şehîd Amed û Şiyar xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyê şehîd Amed Gabar di nav tilîliyên dayîkan de û bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanên Serdemê û Rûmetê veşart.