Şervanê YPG'ê: Em ji bo Rojava û Sûriyeyeke demokratîk şer dikin

Şervanê YPG'ê Hogir Cûdî ku ji destpêkê ve di nava Şoreşa rojava de cih digire got, "Em ji bo Rojava û Sûriyeyeke demokratîk şer dikin."

Hogir Cûdî sala 1996 de ji dayîk bûye û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re cihê xwe di nava şoreşê de digire. Hogir Cûdî qala tevlîbûna xwe ya li nava refên şoreşê kir: "Bi rastî jî ruhê şoreşê bandoreke mezin li min kir. Li ser vî esasî bi xurt tevlî nava şer bûm Pêngava min a destpêkê ya Serêkaniyê bû. Şerê min ê yekemîn bû, min cara yekemîn şer didît, beşdarî şer dibûm. Vê yekê bandoreke erênî li min kir. Her wiha bû sedem ku moralê min geş û bilindtir bibe. Beriya tevlî nava YPG'ê bibim min cihê xwe di nava xebatên ciwanan de digirt. Bi tevlîbûna li nava YPG'ê re min zêdetir şoreş nas kir. Her wiha ji kiryarên rejîma Sûriyeyê Sûriyeyê yên li ser gelê Ereb û li ser Rojavayê Kurdistanê hîn bêhtir agahdar bûm."

'PÊŞKETINA JINAN'

Şoreşa Rojava di nava xwe de rê li ber guhertinên girîng vekir. Bi taybetî ji aliyê jinan ve. Hogir Cûdî li ser vê mijarê got, "Îradebûn û xwerêvebirina jinê bandoreke mezin li şoreşa Rojava kir. Vê pêşketinê ne tenê bandor li jinên Kurd kir, her wiha li jinên gelemperiya Rojava û Sûriyeyê kir. Em li ser fikir û ramanên Rêber Apo dimeşin. Gavên me li ser vê bingehê tên avêtin."

'ŞOREŞ JI KANIYEKÊ HERIKÎ Û BÛ BEHR'

Di dewama axaftina xwe de Hogir Cûdî bi taybetî bal kişand ser pêngava Tebqayê: "Şoreş ji kaniyekê herikî û bû behr. Vê jî bandor li gelê Ereb kir. Desthilatdarî polîtîkayên qirêj li ser hemû gelan dimeşîne, lê bi rastî jî gelê Ereb di nava tarîtiyê de mabû. Bi hatina me re gel ji tarîtiyê derket. Bi kêfxweşiya gel, bi naskirina gel re ev ronahî geştir bû. Dema ku me Tebqa rizgar kir, me dît ku gel me nas nake, nizanîbû em kî ne û li ser çi esasê şer dikin. Mîna ku 'Kurd dixwazin desthilatdariya xwe li ser wan ferz bikin, dest deynin ser erdê Ereban' propaganda di nava gel de hatibû kirin. Lê belê bi avabûna meclîs û komunên gel, bi birêxistinbûna hêza xweparastinê re hêvî û baweriya xurt bû ji bo jiyaneke hevpar. Bi vî awayî gelê Ereb em nas kir."

Hogir Cûdî li ser nêzîkatiya gelê Ereb a li wan, wiha dewam kir: "Ji bo pirsên 'YPG/YPJ kî ne, ji bo çi şer dikin?' bersiva xwe dîtin. Bi taybetî ji bo wan YPJ gelekî balkêş bû. Tevlîbûna jinan li nava şer hêvî dida jin û keçên Ereb. Bi vî rengî keçên Ereb jî tevlî bûn. Pê bawer bûn ku YPG û YPJ ji bo Rojava û Sûriyeyeke demokratîk şer dikin."

'PÊWÎSTE HER ÇAR PARÇE BIBIN YEK'

Di dawiya axaftina xwe de Hogir Cûdî got, "Bi taybetî jî dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd bi pêş bikeve. Dixwaze qir bike. Ev yek ji bo Rojavayê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê wiha ye. Dixwazin Kurd her tim kole bin û desthilatdariya rejîman li ser wan hebe. Weke rejîma Erdogan, Esad û hwd. naxwazin Kurd bibin xwedî îradeyek serbixwe, azad û xwedî artêşek rêxistinkirî û di bin fikir û ramanên Rêber APO de bijîn. Eger çar parçeyên Kurdistanê xwedî li hev derkevin û hev biparêzin nikarin tiştekî bikin. Pêwîste her çar perçe li hember hemû êrîşan bibin yek dest. Digotin me beton li ser Kurdan rijandine, êdî nikarin serê xwe rakin. Me ev yek pûç kir."