Şervanê YPG’ê Ciwan Şoreş, ji ber qezayekê bû şehîd

Hat ragihandin ku şervanê YPG’ê Ciwan Şoreş (Ehmed Xalid) 22’yê Hezîranê gava rabûna bi erka xwe ji ber qezayekê li Şedadê bûye şehîd.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser şehadeta şervanê xwe Ciwan Şoreş (Ehmed Xalid) daxuyanî da. YPG'ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em soz didin ku em ê Şoreşa Rojava ku şoreşa gelan e, bi serketineke bi heybet, bi zanebûna erk û berpirsyariyên xwe, li ser bingeha mîrateya têkoşîna şehîdên me ji bo hêviya rizgariya hemû gelên cîhanê tacîdar bikin.''

Daxuyanî wiha ye:

''Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya Kurdan de dest pê kir, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bi bandor a li dijî dagirkeran, bû çavkaniya hêvî û rizgariya gelê Ereb ku yek ji gelên herêma me ya esasî ye. Ciwan û jinên ji gelek bajaran, bi taybetî ji Reqa û ji cihên ku gelê Ereb lê zêde ne, ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine çewisandin, cihê xwe di nava refên şoreşê de girt. Parastina nirxên ku şoreşê afirandiye bi van tevlêbûnan ​​bûye sedem ku li her beşê civaka me belav bibe.

Hevrêyê me Ciwan Şoreş yek ji wan ciwanan e ku di dema zarokatiya xwe de bû şahidiya hovîtîya DAÎŞ’ê ya li ser gelê me. Ji bo pêçandina birîna gel  û li dijî zihniyeta tarî ya DAÎŞ’ê, bi helwest û sekina xwe cihê xwe di nava refên şoreşê de girt. Tevî temenê xwe yê biçûk jî, bi meraq û eleqeya xwe ya ji bo adaptekirina jiyaneke nû ket hewila biserketinê. Ji bo ku potansiyela xwe derbixe holê, bi perwerdehiya bîrdozî û leşkerî tev li nava hêzên me bû, gelek ked û hewil da.

Hevrêyê me Ciwan ê li Şedadê erk û peywira xwe pêk dianî, 22’ê Hezîranê dema rabûna bi erka xwe di encama qezayekê de şehîd bû. Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Ciwan re dixwazin. Em soz didin ku em ê Şoreşa Rojava ku şoreşa gelan e, bi serketineke bi heybet, bi zanebûna erk û berpirsyariyên xwe, li ser bingeha mîrateya têkoşîna şehîdên me ji bo hêviya rizgariya hemû gelên cîhanê tacîdar bikin.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Ciwan Şoreş

Nav û Paşnav: Ehmed Xalid

Navê Dayik: Sehir

Navê Bav: Xalid

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 22’ê Hezîrana 2023’yan.’’