Şervanê YPG'ê Îbî ji ber qezayê şehîd bû

Şervanê YPG'ê Mahîr Îbî (Serdar Tolhildan) roja 1'ê Mijdarê ji ber qezayê şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, şervanê wan Mahîr Îbî (Serdar Tolhildan) ê li navçeya Rimêlanê yê bajarê Girkê Legê bi erka xwe radibû, roja 1'ê Mijdarê ji ber qezayekê şehîd bû.

Daxuyaniya YPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hevrêyê me Serdar ê li Kobanê ji dayik bû û mezin bû, bi bîr û baweriya parastina gel û welatê xwe di emrê xwe yê ciwantî de bi erka şoreşgerî ya şoreşgerî rabû. Di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de bi vê hest û rastiyê tevgeriya û heta kêliya dawî têkoşiya.

Bila serê malbata şehîdê me û gelê me yê welatparêz sax be. Em hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz dikin ku bi dilsoziya bîranîna şehîdê xwe em ê heta azadiya gelê xwe têbikoşin."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd Îbî wiha ye:

Nasnav: Serdar Tolhildan
Nav paşnav: Mahîr Îbî
Navê dayikê: Nazli
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dema şehadetê: Rimêlan / 1'ê Mijdara 2018'an