Şervanê QSD’ê Ehmed Nebhan li Kobanê hate veşartin

Şervanê QSD’ê Ehmed Nebhan ê ku şehîd bûbû li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û hêzên leşkerî ji bo veşartina cenazeyê şervanê QSD‘ê Ehmed Nebhan "Aydil Qebê" hatin ba hev ê ku li ser erka xwe şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û merasîma leşkerî dest pê kir. Ji fermandarên QSD‘ê Birûsk Mireweh axivî û got: "Divê serê me bi şehîdên me bilind be, xwîna şehîdan me di bin ala QSD‘ê de kirin yek. Gelê me ji Kobanê, heta Dêrazor, Cizîrê û Efrînê destanên qehremaniyê nivîsand û cîhan şahidê vê qehremaniyê ye.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Emel Mustefa jî ev tişt got: "Civaka me ji xweliyê zindî bû, ji bo jiyaneke bi azad me gelek ciwan feda kirin, yê dijminahiya gelê me dike, bila li xwe vegere, em destwerdanên derve qebûl nakin, armanca me azadî û demokratîk e."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel, cenazeyê şehîd di nav dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.