Şervanê Ereb ê ji Hemayê: YPG gelên Sûriyê diparêze

Şervanê YPG'ê yê Ereb Rojhat Agir ku li Reqayê li dijî DAÎŞ'ê şer kirî got, ''Me zilma, komên din jî û DAÎŞ'ê jî dît. YPG gelên Sûriyê diparêze. Li dijî êrîşan me YPG'ê gel bi hev re jiyana xwe û pergala xwe parast.''

Van salên dawî ji Ereban gelek kes tevlî nav refên YPG'ê dibin, ku YPG bi pêşengiya Kurdan hatiya avkirin. Erebên ku nêzîkatiyên dijdemokratîk ên Şamê û çeteyên OSO, Nûsra, DAÎŞ'ê qebûl nekirin YPG'ê û Rêveberiya Xweser ji bo xwe weke hêviyekê dibînin.

Yek ji van jî şervanê Ereb ê ji Hamayê Rojhat Agir e. BEriya 2011'an li gundên Hamayê eşîra Agir Agêdatî ji bo ku dixwest li ser rêz û rêçikên xwe bijîn rejîma Şamê zext li ser wan dikir. Bi şerê navxwe yê Sûriyê re gundên Hamayê dikevin ber dagirkeriya OSO, Nûsra, DAÎŞ'ê. Agir û malbata wî ji ber gefên kuştinê yên DAÎŞ'ê ji Hamayê direvin derbasî Hesekê dibin û li vir YPG'ê nas dike. Agir ev 5 sal in şervanê YPG'ê ye.

Rojhat Agir di serî de gelê Ereb bang li gelên Sûriyê kir û got, ''Dewletên serwer ji Rêveberiya Xweser û yekîneyên YPG'ê ditirsin. Li ser YPG'ê û rêveberiya xweser êrîşên qirker û siyasî hene. Em yekîtiya xwe xurtir bidikin, welatê xwe û jiyana xwe ji êrîşan biparêzin.''

DEWLETÊ ÎŞÊ XWE JI XWARINA ME JÎ DIANÎ

Yek ji sedema girîng ku kirî Rojhat Agir tevlî nav YPG'ê bibe, serdema serweriya Sûriyê ya li Hamayê bû. Agir li ser zextên dewletê ya li ser eşîra wan got, ''Dewleta Sûriyê îşê xwe ji xwarina me jî dianî. Li gun eşîr li gorî rêz û rêçik û çanda xwe dijîn. Dewletê zexteke zêde li ser wan eşîran dikir ku li gorî çanda xwe dijiyan .Dewletê dixwest her kes li gorî pergal û çanda wan diyar kiribû bijî. Zehmet bû ku civaka sirûştî û eşîr vê destwerdana dewletê qebûl bikin. Eşîra me li ser çanda xwe disekinî. Ne tenê li ser eşîra me li ser eşîrên din jî zext û zordarî hebûn.

Mînakeke biçûk bidim. Li gund em bi sirûştî dijiyan. Her kes bi jiyana gund dizane. Me nanê xwe çêdikir. Dewletê îşê xwe ji vê jî dianî. Wan nan çêdikir û dişand. Me ev qebûl nedikir. Çend caran ji bo ku çanda me tine bikin hewl dan. Dema ku nan dişandin gel nerazî dibû, di navbeyna rejîm û eşîran de nelihevî hebû. Her dema ku radibûn em li dijî radibûn. Me dixwest ku em jiyana xwe ya sirûştî bidomînin. Helbet vê rewşê zor li eşîrê dikir. Eşîreke biçûk bû û ne hêsan bû ku mirov li ber hêzên dewletê rabûya.''

HER HÊZA KU DIHAT ZEXT ZÊDETIR DIKIR

Rojhat Agir dgot Hamayî ji ber Komkujiya Hamayê ya sala 1982'an a dema Hafiz Esad li dijî rejîmê xwedî helwest bûn. Agir diyar kir dema Şoreşa Sûriyê dest pê krî li navendên girîng ên bajêr dewlet maye lê bi demê re gundên wan jî di nav de çeteyên OSO, Nusra û DAÎŞ'ê bi cih bûne.

Agir diyar kir van çeteyan bi demê re zexta li ser gelan zêde kirine û gel nakokiyên giran bi wan re jiyane. Agir got, ''Li Hamayê gelek gel dijîn. Ji bilî hin hêzên bi ser dewletê ve û Elewiyan kesî rejîm qebûl nedikir. Mînak Durzî ji ber komkujî û nêzîkatiyên ne demokratîk xwedî mesafe bûn. 2011'an dema ku Şoreşa Sûriyê dest pê kirî vê li derdora me kelecanî çêkir. 2012'an li hin herêmên Hama, li gundê me jî OSO serwer bû.

Di serî de hewl didan ku civakê qanih bikin. Piştre her ku çû guherî. 2013'an Nusra hate qatên me, çend mehan serwer bû. Piştre DAÎŞ hat. Helbet di navbeyna DAÎŞ'ê  û Nûsra de şer çênebû. Qad bi dest DAÎŞ'ê ve hiştin. Gelê herêmê ne bi rejîmê re li hev dikir û ne jî bi van çeteyan re li hev kir ku rêgezên xwe li ser gel ferz dikrin û ne jî ew qebûl kirin.''

JI BO KU DIYA XWE JI DAÎŞ'Ê BIPARÊZIM EM JI HAMAYÊ DERKETIN

Rojhilat Agir û malbata wî ji ber zextên DAÎŞ'ê bêgav man ku ji Hamayê derkevin û koçî qada Hesekê ya Sûriyê dikin. Rojhat Agir dibêje li Hamayê apê wî ji hêla DAÎŞ'ê ve hatiye kuştin, gefa kuştinê li diya wî jî xwarine û dibêje: ''DAÎŞ ji hêla dînî ve pir hişk bû. Li ser gel zextên wan giran bûn. Gelek mirov ji bo ku li gorî rêgezên wan nediçûn dikuştin. Pir zilm dikrin. Kesî ew qebûl nedikirin lê her kes ji wan ditirsiya.

Nexasim qada me, eşîra me ne bi rejîmê re li hev dikir, ne bi DAÎŞ'ê re, DAÎŞ dihat, ji hinan re ajan digot, ji hinan re diz û dikuştin û hin jê bi hinceta ku çûye bajêr û hatiye dikuştin. Li nav gel tirseke pir zêde bûbû. Em jî ji ber vê sedemê ji Hamayê derketibûn. Diya min nexweş bû û ji bo ku li gund nexweşxane nebû çûbû nexweşxaneya bajêr. Li bajêr rejîm hebû. Ji ber vê dema ku bihîstin diya min çûye nexweşxanê me bihîst ku fermana kuştina wê dane. Beriya wê apê min jî ji ber vê kuştin. DAÎŞ'ê li gel ferz dikir ku neçin nexweşxaneya Hamayê, biçin nexweşxaneya Reqayê. Dema ku fermana kuştina diya min dan , em ji Hmayê derketin.''

MIN DÎT KU YPG LI DIÎ DAÎŞ'Ê DIKARE ŞER BIKE

Agir û malbata wî 2014'an koçî Hesekê dikin û li wir dîsa DAÎŞ gefê li wan dixwe. Rojhat Agir ku dibîne bi têkoşîna YPG'ê ya li Hesekê cara pêşî hatiye nîşandan ku dikarin li ber DAÎŞ'ê li ber xwe bidin, wiha got: ''Em ji Hamayê hatin Hesekê. Li herêma rejîmê em li cem xizmên xwe diman. DAÎŞ'ê êrîş anî ser herêma rejîmê. Taxa ku em lê diman jî kete ber dagirkeriya DAÎŞ'ê. Em ji wê taxê çûne taxke dî. Rejîmê li ber xwe nedida. DAÎŞ pir zû berbelav dibû. DAÎŞ'ê hema hema sêyeke Hesekê kiribû dest xwe. Wê demê me YPG nasnedikr. Lê dema êrîş da pêş YPG mudahele kir û qad parast. Hin leşkerên rejîmê jî ji DAÎŞ'ê parast.

Bavê min jî wê demê bi rêya hevalên xwe hevalên asayîşê nas kiribû û tevlî asayîşê bûbû. Di şerê Hesekê de cih girt. Hêdî hêdî me Kurd, asayîş, YPG nas kir. Min ji bavê xwe pirsî,''Ev leşkerên Kurdan in, tu çawa tevlî wan dibî?''. Bavê min jî  got her kes bi hev re şer dikin û hurmetê didin hev. Ez qanih nebûbûm lê şerê YPG'ê yê dijî DAÎŞ'ê bandor li ser min kiribû.''

HEMÛ GEL DI BIN SÎWANA YPG'Ê DE ŞER DIKIN

Rojhat Agir ku ber bi dawiya Pêngava Azadkirina Minbicê YPG'ê nas kirî, di pêngava azadkirina 'paytext'a DAÎŞ'ê Reqayê de cih digire. Agir dibeje piştî ku tevlî nav YPG'ê bûye, wî YPG û rêveberiya xweser xweştir nas kiriye û got, '''Dema ku tevlê bûm pir şaş mam. Ereb, Kurd, Sûryan û gelên din bi hev re şer dikirin û bi hev re dijiyan.

Li Reqayê me hemûyan bi hev re şerekî pir giran kir. YPG piştî ku DAÎŞ qedand bû hêviya gelan. Me dît ku YPG û rêveberiya xweser ne weke dewletê ye. Li nav dewletê yekreng, yek ziman, yek çand heye. Dewleta Sûriyê nasnameyên cuda qebûl nake. Lê di nav YPG'ê de her kes dikare bi zimanê xwe biaxive. Her kes dikare li gorî çanda xwe bijî. Li qadên rêveberiya xweser her kes dikare bi zimanê xwe perwerde bibe. Ev ji bo her kesî bû hêvî.''

YEKÎTIYA ME SERWERAN DITIRSÎNE

Agir got ji bo ku YGP ji bo pergaleke demokratîk têdikoşe û rêveberiya xweser ji bo gelan jiyaneke wekhev û azad datîne ber xwe, di serî de ji bo Ereban ji bo gelan bûye hêvî. Agir bal kişande ser ku dewlet vê ji bo xwe baş nabînin û ji bo vê êrîşên qirker û siyasî tînin ser YPG'ê û rêveberiya xweser. Agir got, ''Yên ku tevlî nav YPG'ê bûne mirovên ji van qadan in, hejar in. Ev rewş, jiyana demokratî ku YPG û rêveberiya xweser datîne  holê dewletên serwer ditirsîne. Vê ji bo xwe weke taloke dibînin. Lê bi taybetî bi azadbûna Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji nav me gelê Ereb gelek kes tevlî nav YPG'ê û rêveberiya xweser bûn.

Rêveberiya Xweser û YPG gel, nexasim em Ereb û Kurd bêhtir nêzî hev kirin. Ez bixwe Ereb im, piştî ku tevlî nav YPG'ê bûm bi  2 mehan hînî Kurdî bûm. Min tiştekî wiha hîs kir. Naxwe ne ku kesî zor li min kir, kesî ferz nekir. Min xwest zimanê wan hevalan xwe zanibim ku me bi hev re şer dikir. Bi rastî jî ev hîseke xweş e.

Em hêzên azadîxwaz û aştîxwaz li dijî êrîşê qirker ên dewletên serwer divê yekîtiya xwe geştir bikin. Heke em yekîtiy axwe xurt nekin li bara planên gemarî û êrîşan nikarin welatê xwe biparêzin.''