Şervana YPJ’ê: Roj wê bê em ê Serêkaniyê Girê Spî û Efrînê rizgar bikin

Şervana YPJ’ê Ronahî Gever a ku berxwedana Serêkaniyê anî ziman got: “Bi hevrêtî û heskirina jiyanê me şer kir. Em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.”

Şervana YPJ’ê Ronahî Bêrîvan a qala berxwedana Serêkaniyê kir got: “Roj wê bê em ê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê rizgar bikin.”

Di salvegera yekemîn a berxwedana Serêkaniyê de şervana YPJ’ê Ronahî Gever qala berxwedana wê demê kir.

Gever diyar kir ku di roja 6’an a berxwedanê de çû qadê û got: “Komek heval hatibûn dorpêçkirin. Me dorpêça dijmin şikand û ketin nava bajar. Artêşa TC’ê bi zêdehî teknîk bikar dianî. Ji heftsalî heta heftê salî sivîl qetil dikirin. Tevî bikaranîna teknîka zêde, berxwedan, coş û morala hevrêyên me zorê dida dijmin. Di roja 7’an a şer de em gihiştin nexweşxaneyê, ji ber ku hevrêyên me yên birîndar li wir bûn. Dijimin bi teknîkê êrîşî nexweşxaneyê dikir, dixwestin hevrêyên me qetil bikin. Tevî vê jî hevrêyên me yên birîndar bi cesaret û fedekarî moral û hêz dida me. Gelek hevrêyên me yên birîndar şer dikirin. Rola şervanên YPJ’ê pir mezin bû. Ruhê xeta şervanên jin derket holê. Bandorekî mezin a vî rûhî li ser her kesê kir. Gelek ciwan û malbat gotin; ‘em jî dixwazin li gel we şer bikin’.”

Gever destnîşan kir ku hê jî êrîşên dijmin didomin û wiha pêde çû: Ji ber ku dijmin xwe li Şoreşa Rojava nagire. Xwe li heqîqet û rastiyê ranagire. Artêşa TC’ê dixwaze gel koçber bike û ji axa wan dûr bixe. Li ber çavan gel neçar kirin ku koçî Tirkiyeyê bikin. Bi taybet dest didan jinên ciwan. Dixwestin wan bikin hevkarên şerê xwe yên qirêj. Dinê tev vê dîtin lê li ber vê bêdeng man. Li beramberî vê destdirêjî, destavêtin, qirkirinê nebûn xwedî helwest. Em hata hebin em ê li dijî van rabin. Wek jin hem tim di nava têkoşînê de bin.

Ji bo vî gelî çi ji destê me bê divê em bikin. Rast e dibe îro Serêkaniyê û Girê Spî li destê dagirkeran de bin, lê roj wê bê em ê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê rizgar bikin.”