Şerê Tunekirina Terorê: 38 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê got di 24 seatên dawî de 38 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

ENIYA BAXOZ

Şervanên danê nîvro  êrîşî baregehên terorîstan kir û di encamê de şerekî dijwar qeiwmî. Di şer de gelek çete hatin kuştin. Pêşveçûna şervanên me li vê eniyê diodome, çete neçar dimînin birevin. Çeteyan piştre êrîşî şervanên me kirin û êrîş hate şkandin çete neçar man paşve birevin.

Balafirên Koalîsyona Navnetewî gelek baregehên çeteyan kir hedef û di êrîşê de wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehate zelalkirin. Topavêjên koalîsyonê her wiha 2  wesayîtên bombekirî teqandin û çeteyên tê de hatin kuştin

Li eniya Baxoz bi demkî şer heye, topbaran, êrîşa bi hawan û dokçayan car car derikeve.

ENIYA HECÎN

Li vê eniyê di navbera şervanên me û terorîstên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar heye. Şervanên me karibûn li vê eniyê jî pêşve biçin û 6 xalên nû ji terorîstan rizgar kirin. Şervanan li van deveran pêngava  paqijkirinê pêk anî û di encamê de miqdareke mezin a çek û cebilxaneyê desteser kirin. Şervanan her wiha 2 mayinên ku terorîstan çandibûn, teqandin.

Çeteyên DAIŞ'ê xwest êrîşekê li dijî xalên şervanên me bi balafirên bêpîlot pêk bînin. Şervanan ev balafir xistin xwarê.

Li vê eniyê her wiha pevçûnên demkî rû didin û topbaran car bi car dubare dibe.

ENIYA EL-SÛSÊ

Piştî şerê dijwar ku 3 rojan di navbera şervanan û çeteyan de dom kir, şervanan gundê Mozan ê nêzî bajarokê Sûsê rizgar kir û terorîstên DAIŞ'ê jê qewitandin. Tîmên bêbandorkirina mayinan, mayinên ku çeteyan çandine, bê bandor kirin.

BÎLANÇO

- Xalên ku hatine rizgarkirin: 6

- Hejmara kuştiyên terorîstan: 38

- Hejmara terorîstên bi saxî hatine girtin: 3

- Ziyanên bi terorîstan bûne: Topavêjeke hewanan hate rûxandin, baregeheke çêkirina mayinan hate rûxandin, 3 siwareyên bombekirî hatin rûxandin, baregeheke çeteyan û 2 treksên çeteyan hatin rûxandin.

- Çekên şervanan desteser kirine: 2 heb RBG, hebek M16, 6 heb kalaşnîkof, zincîrên guleyên BKC û firokeyeke bêpîlot

- 2 mayinên ku çeteyan çandibûn, hatin teqandin.

- Êrîşên ezmanî yên Koalîsyona Navneteweyî: 8.”