Şerê li Sûriyeyê dikeve sala 10'emîn

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê jî dirêjtir dewam kir, dikeve sala 10'an. Di şer de ku weke şerê wekaletê dest pê kir û bû sedema mirina bi sed hezaran mirovî, koçberkirina bi milyonan mirovî, êdî hêzên bingehîn li qadê ne.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di 15'ê Adara 2011'an de dest pê kir, dikeve sala xwe ya 10'emîn.  Di 9 salên derbasbûyî de 500 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan mirovî koç kirin, li sed hezaran mirovî êşkence û kiryarên xerab hate kirin. Li pey xwe jî welatekî wêran û dagirkirî hişt.

Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand, ku "her deh saetan carekê zarokekî Sûriyeyî ji ber şer jiyana xwe ji dest dide."

'Bihara Ereb' li Tûnisê piştî ku firoşkar Mûhammed Boûazîzî xwe şewitand û bi bayê vê yekê Serokdewletê Tûnisê Zeynel Abîdîn Bîn Alî ji desthilatdariyê hate xistin, dest pê kir. Rawestgeha dawî û herî hilweşîner a 'Bihara Ereb' Sûriye bû.

Piştî Tûnis, Misir û Lîbyayê bal li ser Sûriyeyê bû. Hinekan hesabê wê yekê dikirin ku rejîma Baas a li Sûriyeyê wê di nava çend mehan de bê hilweşandin. Lê belê hinekan jî bi vî çavî li meseleyê nedinêrîn û li gorî vê yekê plana xwe dikirin.

DIRÛŞMA 'DOKTOR DOR A TE YE'

Di Çileya 2011'an de li Hesekê ciwanekî bi navê Hasan Alî Akleh ji bo şermezarkirina rejîmê xwe şewitand. Piştre jî li Şamê polîsan li esnafekî xistin. Li ser vê yekê gel bi dirûşma "Nabe ku gelê Sûriyeyê biçûk bê dîtin" dakete qadan.

Piştre li Derayê ku yek ji navendên Îhvani Muslîm a li Sûriyeyê ye, komek ji ciwanan bal kişandin ser hilweşandina desthilatdariya Zeynel Abîdîn Bîn Alî yê li Tûnisê, Husnu Mubarek ê li Misrê û Mûmmer Kaddafî yê li Lîbyayê û li ser dîwêr dirûşma "Dor hatiye te doktor" nivîsîn.

Ev peyam ji bo Serokkomarê Sûriyeyê Beşşar Esad bû ku doktorê çavan e. Piştî vê peyamê êdî dirûşma "Eş-Şa'ab yurîd iskat en-Nizam!" (Gel dixwaze rejîmê têk bibe) li Sûriyeyê hate bihîstin.

15 xwendekarên dirûşma "Dor hatiye te doktor" li ser dîwêr nivîsandin hatin girtin û êşkence li wan hat ekirin. Li ser vê yekê di 15'ê Adarê de hêrsa gel ji Deraayê dest pê kir û li bajarên Hama, Hûms, Lazkiye, Qamişlo û Dêra Zorê belav bû. Piştre jî veguherî "Hêrsa Înê" ya rêk û pêk.

CIHÊBÛNA DESTPÊKÊ YA KURDAN JI KOMÊN DIN

Di çalakiyan de ku destpêkê li Hesekê dest pê kirin û piştre li Şam, Heleb û Derayê dewam kirin, tişta ku Kurd û komên din ji hev cihê dikir dirûşma "Eş-Şa'ab yurîd iskat en-Nizam!" bû.

Kurd tevlî çalakiyên "Hêrsa Înê" bûn û yek ji bajarên ku çalakî herî girseyî lê hate kirin bajarên Rojava bûn. Piştre ji bilî hin komên ku wê xwe weke 'mûxalefeta Sûriyeyê' bi nav bikirabûna, kesî li Rojava ev dirûşm neqîriya.

'Stratejiya rêya sêyemîn' a li Rojava bi cih hate anîn, ev yek ji xwe re nedikir esas. Ji xwe piştre 'rêya sêyemîn' bi dengekî xurtir dihate ziman.

ESAD HIN GAV AVÊT, LÊ BELÊ...

Esad ku serhildan weke 'karê hêzên derve' pênase kir, ji bo pêşî li xwepêşandanên şermezarkirinê bigire dema leşkeriya neçarî kêm kir, maeş zêde kir, hin girtiyên siyasî berda û neçar ma ku mafê welatîbûnê bide Kurdan ku heta wê demê nasname jî nedidan wan.

Li aliyê din tundiyê jî dewam dikir. Hamza el Hatîp ê 13 salî ku di meha Nîsanê de di çalakiyekê de hate girtin û mehekê êşkence lê hate kirin, cesedê wî yê parçekirî, tevî şewat û şopa sê fîşekan a li ser bedena wî di 25'ê Gulanê de radestî malbata wî hate kirin.

Piştî ku wêneyên Hatîp li ser medya civakî hatin weşandin, hêrs zêde bû û Hatîp bû yek ji sembolên serhildanê.

KOMÊN ÇEKDAR YEKEMCAR LI ANTALYAYÊ LI HEV KOM BÛN

Di Hezîranê de baskê çekdarî yê têkoşînê li hev kom bû. 300 mûxalîfên Sûriyeyî ku di 2'ê Hezîranê de li Antalyayê li hev kom bûn, 'Konferansa Guhertinê ya li Sûriyeyê' pêk anîn. Di encama konferansê de komîteyek ji 31 kesî hate avakirin.

Eşîrên Ereb, Îxvan-i Muslîm (Biratiya Misilman), hin Kurd, hin Elewiyên Ereb, Tikrmen, Duzî, Xiristiyan, Suryanî, Rewşenbîr, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî, lîderên deklarasyona Şamê, Sûriyeyiyên li Ewropayê, Sûriyeyiyên li DYE'yê, Sûriyeyiyên li Rojhilata Navîn, Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê tevlî konferansê bûn.

Di Tîrmehê de bi serkêşiya Riyad el-Esad hate ragihandin ku Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatiye ragihandin. Baskê wê yê siyasî jî Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) di 11'ê Cotmehê de hate ragihandin.

ODEYÊN OPERASYONÊ YÊN BAKUR Û BAŞÛR

Piştî ku şerê Sûriyeyê dest pê kir, ji bo hilweşandina rejîmê bi pêşengiya DYE'yê li başûr û bakurê welêt odeyên operasyonên leşkerî yên hevpar (Li Urdunê MOK, li Tirkiyeyê MOM) hatin avakirin.

Piştevanên herî mezin ên komên MOK û MOM'ê DYE, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Urdun, Qatar û welatên Ewropayê bûn.

Tevî piştgiriya çekan her wiha piştgiriya siyasî, dîplomatîk, propaganda û aboriyê jî ji van koman re dihate dayin. Li bendê bûn ku ji başûr û bakur ber bi Şamê ve biçin û rejîmê hilweşînin.

CÎHADÎST KETIN NAVA SÛRIYEYÊ

Di sala 2012'an de lîderê El Qaîdeyê Eymen el-Zevahîrî dîmenek weşand û bang li "Misilmanan" kir ku tevlî cîhada li Sûriyeyê bibin. Bi vê yekê re li Sûriyeyê êrişên terorê dest pê kir. Di Çileyê de çeteyên Cephet El Nûsra ku baskê El Qaîde yê Sûriyeyê bû hate ragihandin.

Piştî ku çeteyên Nûsra li welêt xurt bû û bû parçeyekî Mûxalefeta Sûriyeyê, komkujî li Kurd, Durzî, mirovên ne Misilman û Elewî (Divê mirov tasfiyekirina hêzên şoreşger, sosyalîst û demokrat ên li nava mûxalefeta Sûriyeyê jî tevlî bikin) hate kirin.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ WEKE ŞERÊ NAVXWEYÎ BI NAV KIR

Mûxalefeta Sûriyeyê ku heta wê rojê komên ser bi El Qaîdeyê bi gotina "Birayên me yên cîhadîst" vexwendin welêt (Divê rola Tirkiyeyê neyê jibîrkirin) şaştiya xwe ya herî mezin kir, ku ev yek wê piştre bihata fêhmkirin.

Di 12'ê Nîsana 2012'an  piştî ku "hevdîtinên aştiyê" yên Neteweyên Yekbûyî bi ser neket, di 13'ê Hezîranê de Neteweyên Yekbûyî rewşa li Sûriyeyê weke "şerê navxweyî" bi nav kir.

JI BO ROJAVA DEMA ŞOREŞÊ BÛ

Di 19'ê Hezîranê de Kurdan û gelên din ên li Rojava; piştî ku mûxalefeta Sûriyeyê Ezaz, Minbic û Cerablûsê desteserkirin, bi pêşengiya Tevgera Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) li Kobanê ala şoreşê hildan. Bi dorê Dêrik, Amûdê û bajarên din ên Rojava ala şoreşê hildan.

DI ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ SÛRIYEYÊ DE HIN DEMÊN DIYARKER

Çend ji demên diyarker ên şerê navxweyî yê Sûriyeyê wiha ne:

Mijdara 2011'an: Plana aştiyê ku bi navbeynkariya Yekîtiya Ereb hate amadekirin, di 28'ê Çileya 2012'an de bi ser neket.

12'ê Nîsana 2012'an: Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereb ê ji bo Sûriyeyê Kofî Annan ji bo rawestandina şer planek amade kir û di çarçoveya vî planî de agirbest hate ragihandin. Agirbest di 1'ê Gulanê de têk çû. Kofî Annan di 2'ê Tebaxa 2012'an de îstifa kir.

30'ê Hezîrana 2012'an: Ji bo 'lihevanîna' aliyên Sûiryeyê li Cenevreyê hevdîtinên siyasî dest pê kirin. Lê belê ji bo van hevdîtinan bang li Kurdan nekirin.

21'ê Tebaxa 2013'an: Hate îdîakirin ku li Xûta ya Rojhilat çekên kîmyewî hatiye bikaranîn. Têkildarî bûyerê aliyan hev sûcdar kirin. Saziyên pispor ên navneteweyî ku li ser mijarê lêkolîn kirin, raporên nakok weşandin.

Hezîrana 2013'an: Lîderê El Qaîdeyê Eymen el Zevahîrî bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê DAÎŞ li Iraqê û El Nûsra Jî li Sûriyeyê tevbigerin. Lê belê Bagdadî bi peyamekê ragihand ku ew vê qebûl nake û bi vî rengî li ber El Qaîdeyê rabû.

22'ê Çileya 2014'an: Hevdîtinên Cenevreyê ku cara duyemîn dest pê kirin û Kurd nehatin vexwendin, bêencam man.

22'ê Çileya 2014'an: Li Kantona Cizîrê ya Rojava xweserî hate ragihandin.

Çileya 2014'an: Hêzên ser bi Îranê û Hîzbûllah a Lubnanê ji bo piştgiriya hikumeta Sûriyeyê bikin ketin nava welêt.

Çileya 2014'an: Piştî şerê navbera El Nûsra û DAÎŞ'ê Reqa kete destê DAÎŞ'ê.

21'ê Gulana 2014'an: DAÎŞ'ê bajarê dîrokî yê Sûriyeyê Palmîra bi dest xist.

15'ê Îlona 2014'an: DAÎŞ'ê ku 40 ji sedî yê Iraqê û 35 ji sedî yê Sûriyeyê dagir kir û êriş bir ser Kobanê.

Cotmeha 2014'an: Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê ya bi pêşengiya DYE'yê, li dijî DAÎŞ'ê dest bi êrişên hewayî kir.

26'ê Çileya 2015'an: Şervanên YPG û YPJ'ê piştî berxwedana dîrokî ya 134 rojî DAÎŞ li Kobanê têk birin û ev yek bû têkçûna destpêkê ya rêxistina çete.

Çileya 2015'an: Beşeke mezin a wîlayeta Dêra Zorê ya Sûriyeyê kete destê DAÎŞ'ê.

28'ê Adara 2015'an: Komên çekdar ên bi navê Fetîh El Şam bi pêşengiya El Nûsrayê li hev kom bûn, Idlib dagir kirin.

30'ê Îlona 2015'an: Rûsyayê yekser dest li şerê navxweyî yê Sûriyeyê werda.

Cotmeha 2015'an: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo çareseriya krîzê hewldaneke nû ya dîplomatîk çêbû.

12'ê Cotmeha 2015'an: 13 hêzên şoreşger ên ji gelên Sûriyeyê di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de damezrandina xwe ragihandin.

Mijdara 2015'an: Balafira şer a Rûs ji aliyê dewleta Tirk ve hate xistin.

18'ê Kanûna 2015'an: Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara bi hejmara 2254 qebûl kir.

29'ê Çileya 2016'an: Hevdîtinên sêyemîn ên Cenevreyê pêk hatin. Bang li rayedarên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate kirin ku tevlî hevdîtinan bibin. Lê belê ji ber ku Tirkiye li dij derket û vexwendîname ne ji saziyan re lê ji şexsan re hate şandin, MSD tevlî hevdîtinan nebû.

12'ê Sibata 2016'an: Wezîrên Karên Derve yên DYE û Rûsyayê ji bo "agirbestê" li bajarê Munchen ê Elmanyayê li hev kom bûn.

24'ê Tebaxa 2016'an: Artêşa Tirk û komên çete yên bi navê ASA, Cerablûs û Ezaz ji DAÎŞ'ê wergirtin. DAÎŞ'î tevlî çeteyên dewleta Tirk bûn.

23-24'ê Çileya 2017'an: Di navbera Rûsya û dewletên Îran û Tirkiyeyê de civîna destpêkê ya Astanayê pêk hat.

4'ê Nîsana 2017'an: Piştî Xûta ya Rojhilat vê carê li bajarê Xan Şeyhûnê mîzansena kîmyewî hate lidarxistin.

4'ê Gulana 2017'an: Di civîna Astanayê ya navbera Rûsya, Îran û dewleta Tirk de, 4 herêmên kêmkirina şer hatin ragihandin.

10'ê Gulana 2017'an: Bendava Tebqayê ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin.

17'ê Cotmeha 2017'an: Wîlayeta Reqa û bi dehan bajarok û bi sedan gundên ser bi wê ve di encama operasyonên ji 5 qonaxan ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin.

18'ê Çileya 2018'an: Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Efrînê dest bi êrişê kir. Di navbera Rûsya û dewleta Tirk de di berdêla Efrînê de peymana Xûta ya Rojhilat hate çêkirin.

30'ê Çileya 2018'an: Li Soçiyê biryar hate wergirtin ku komîteya destûra bingehîn bê avakirin.

14'ê Adarê-24'ê Nîsana 2018'an: Ji Xûta ya Rojhilat veguhastina ji neçarî pêk hat. Herêm kete destê rejîmê.

Tîrmeha 2018'an: Bajarên Dera û Kûneytrayê di encama hevdîtinên navbera komên çekdar û hikumeta Sûriyeyê de radestî hêzên Sûriyeyê hatin kirin.

17'ê Îlona 2018'an: Bi mutabaqata li Soçiyê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de hate îmzekirin, ji bo tasfieykirina komên çekdar ên li Idlibê rêyek hate destnîşankirin.

21'ê Adara 2019'an: Hêzên Sûriyeya Demokratî (QSD) dawî li 'xîlafet' û 'dewlet' a DAÎŞ'ê anî. Ev yek jî li bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê pêk hat.

Tebaxa 2019'an: Hêzên Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê bajarokê Xan Şeyhûnê ji çeteyên dewleta Tirk standin.

9'ê Cotmeha 2019'an: Piştî ku DYE'yê xwe vekişand, dewleta Tirk dest bi êrişên dagirkeriyê li Serêkaniyê û Girê Spî kir.

27'ê Cotmeha 2019'an: Serçeteyê DAÎŞ'ê Ebûbekir Bagdadî bi operasyoneke taybet a QSD û DYE'yê li Idlibê li ser sînorê Tirkiyeyê hate kuştin.

Kanûna 2019'an: Hêzên Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê dest bi operasyona Idlibê kirin.

20'ê Çileya 2020'an: Hêzên Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê bajarê Maaret El Nûman ê Idlibê ji çeteyên dewleta Tirk standin.

27'ê Sibata 2020'an: Artêşa Tirk ku di meha Sibatê de sewqiyata leşkerî li Idlibê kir bû hedefa êrişa hewayî ya Rûsya û Sûriyeyê. Di encamê de zêdeyî 100 leşkerên Tirk hatin kuştin.

5'ê Adara 2020'an: Erdogan çû Moskowayê û daxwaza agirbestê ji Pûtîn kir. Di encama agirbestê de di 15'ê Adarê de ku salvegera destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê ye, dewriyeyên Rûs û Tirk wê li rêya M4 (Heleb-Lazkiye) bigerin.