Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Rêncber Rêbaz re xwestin

Bi sedan şêniyên hêrma Firatê û kantona Kobanê serxaxî ji malbata Şehîd Rêncber Rêbaz (Mihemed Osman) re xwest.

Ji bo şehîd Şehîd Rêncber Rêbaz (Mihemed Osman) ê ku di 26’ê Îlona 2022’an de li Zapê şehîd bûbû konê sersaxiyê hate vedan. Bi sedan şeniyên Kobanê û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser serdana konê sersaxiyê kirin.

Beriya ku axaftin were kirin deqeyekê rêz hate girtin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî.

Efendî diyar kir ku gerîlayên azadiyê bênavber li ber xwe didin û wiha got: “Berxwedana gerîla tovê vîn û têkoşînê ye. Berxwedana gerîla bû sedema têkçûna faşîzma Tirkiye, ji ber vê yekê çekên kîmyewî ya qedexekirî bikar tîne. Şehîdek diçe, lê bi sedan cîhê wan digirin û wê tola Rêncber û rêhevalên wan hilînin.” 

Piştre wesîqeya Şehîd radestî malbatê hate kirin û dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.

Piştre serdan bi gelek niqaş û axaftinan berdewam kir.