Şêniyên Efrînê serdana goristanên şehîdan kirin

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bi serdana goristana cangoriyên berxwedana serdemê dest bi cejna Remezanê kiin.

Şêniyên Efrînê û malbatên Şehîdan, bi wesîleya cejna Remezanê doh bi şev li goristanên şehîdên Berxwedana Serdemê û Komkujiya Til Rifatê kom bûn û find vêxistin.

Roja destpêkê ya cejnê jî bi serdana goristanên şehîdan dest pê kir.

Efrîniyan serê sibehê serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê kirin.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek hate dayin û cejna Remezanê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şehîd rûmeta gel e, wê bi rengekî tund li ber destdirêjiya li goristanan rabin û tundiya dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin.

Şêniyan piştre li goristanê şekirok û şîranî bi wesîleya cejnê belav kirin.