Şêniyên Dêra Zorê dagirkeriya Tirkiyê şermezarkirin
Şêniyên Dêra Zorê bi meşekî girseyî dagirkeriya dewleta Tirk protestokirin.
Şêniyên Dêra Zorê bi meşekî girseyî dagirkeriya dewleta Tirk protestokirin.
Li navêçeya Kesratê ya Dêra Zorê bi sedan kes hatin gel hev û bi meşekî girseyî salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Sipî ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezarkirin.
Di meşa ku li durêya Delê destpêkirî de, dirûşmeyên ku dagirkerî protesto dikin hatin qîrkirin.
Meş li durêya Cisirê weguherî mîtîngê. Li vê derê Hevserokê Meclîsa Zagonsaziyê ya Dêrazorê Ziyab Ceylan û Serokê Buroya Dêra zorê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Zeîm Mehmûd axivîn.
Axaftinvanan dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin û diyarkirin ku raya navnetewî bi helwestên xwe yê bêdengiyê pêşiya dagirkeriyê vekirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.