Şehîdên QSD‘ê li Reqayê bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyên şervanên QSD‘ê Abdullah Esaf El-Zahir, Ezedîn Xelef El-Elî û Hedîd Şihade yên di teqîna terorîst a beriya du rojan li bajarê Reqayê rû dabû, bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Reqayê bi merasîmekê girseyî cenazeyê şervanên QSD‘ê Abdullah Esaf El-Zahir (Cûd Reqa) û Ezedîn Xelef El-Elî (Heneş) yên di teqîna terorîst a beriya du rojan li bajarê Reqayê rû dabû de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Wentenî ya Reqayê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana gundê Hikûmiyê spartin axê.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê dehan kesî ve hate pêşwazîkirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya şervanên QSD‘ê destpê kir.

Li ser navê QSD‘ê fermandar Mahir Heleb, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Ebûdî El-Ewed û bi navê Mala Jin Necah El-Ehmed axivîn.

Di axaftinan de hate gotin, bajarê Reqayê serî li ber êrîşên terorîstî natewîne. Hate gotin ku êrîş tên wateya têk çûna DAÎŞ’ê û lewazbûna wê.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.

KERAMA

Bi sedan kes ji bo merasîma cenazeyê şervanê QSD‘ê Hedîd Şehade (Derawî Reqa) li qada Selama ya bakurê herêma Kerwamayê kom bûn. Piştî wergirtina cenaze şêniyan bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Sevdar a li bajarokê Cidêdat ve çûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên QSD’ê destpê kir.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Meter Şexil û bi navê QSD‘ê fermanar Arif El-Esfer axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdên teqînê re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Nasnameya şehîd ji aliyê rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girse cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.