Şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hisên El-Îsa û Adil Kedro Hec Hisên bi merasîmekê li Girostana Şehîdan hatin veşartin.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Minbicê cenazeyên şehîdên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hisên El-Îsa û Adil Kedro Hec Hisên (Ebû Leyla) bi merasîmekê li Girostana Şehîdan hatin veşartin. Welatiyan piştî ku cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Firatê girtin û şûnde bi konvoyekê ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre yek ji fermendarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Kendal Minbic axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Endamê rêveber ê Komîteya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ibrahîm El-Xelîf axivî  û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. El-Xelîf fedekariyên şehîdan bi bîr xist û destnîşan kir ku bi saya wan ewlehî li herêmê serwer e.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û got: "Şehîd meşaleyên ku rêya me ronahî dikin. Wê dîrok navên wan di rûpelên lehengî û fedekariyê de binivîse."

Di dawiya merasîmê de piştî nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin, cenazeyê şehîdan bi dirûşman hatin veşartin.