Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê hatin veşartin

Bi tevlîbûna gelek welatiyên Hesekê cenazeyê 3 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hatin veşartin.

Cenazeyê şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê Macid Hasê, Elî Remedan û Yasîn El-Ehmed ên di dîrok û cihên cuda de şehîd bûbû bi tevlîbûna bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Hesekê bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hatin veşartin.

Cenazeyên şehîdan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê girtin û bi karwaneke ji dehan wesayîtî pêk tê ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîza Ebdulreheman, li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm û li ser navê Meclîsa Navçeya Til Birak Weed El-Ilêwî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku bi têkoşîna şehîdan çeteyên DAÎŞ’ê ji bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin têkbirin.

Di dawiya merasîmê de nasanemay şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşim û tilîliyên dayikan hatin veşartin.