Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Dirbêsiyê spartin axê

Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbesiyê cenazeyên 4 şevanên QSD`ê ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, bi merasîmekê spartin axê.

Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbesiyê cenazeyên şervanên Hêzên Suriya Demokratîk Mihemed Mihemed (Akif), Sûd Ezet (Derdo Feqîr), Mehmûd El-Elî (Baran Hesekê), Delîl Ferhan (Yelmaz Jînda) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê rojavayê navçeyê ve, ketin rê.

li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Merdiye Ehmed Xelîl û li ser navê Hêzên Suriya Demokratîk jî Mihemed Nebî Kotî axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan û gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê re xwestin her wiha berxwedana şervanên QSD`ê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kirin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê berxwedana xwe li kêleka şervanan heta rizgarkirina herêmê ji dagirker û çeteyan, berdewam bikim.

Di axaftinan de bang li gelê li hundir û derve hat kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin serhildanê û li kêleka şervanên QSD`ê bin.

Di dewama merasîmê de Mihemed Hej Xelîl li ser navê malbata Derdo Feqîra û Delîl Ferhan, her wiha Fûad El-Elî li ser navê malbata Baran Hesekê axivîn û soza şopandina rêya zarokên xwe heta serkeftinê dûbare kirin û li dijî êrîşan banga yekkirina refan kirin.

Piştre nasnameya şehîbûna şervanan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî xwediyên wan hatin kirin.

Merasîm bi spartina axê ya cenazeyê şehîdan û qîrkirina dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve bi dawî bû.