Şehîdên Bagera Cizîrê spartin axê

Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Girseya gel cenazeyên şervanên QSD’ê Îsa Hamid (Nîdal), Hisên Temir (Egîd Hesekê) û Ehmed Mihemed (Şêrwan Hesekê) yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn ji ber avahiya Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li gorîstanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD`ê ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên şehîdan a Kantona Hesekê Fatme Hesen û li ser navê Desteya Karûbarên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hevseroka Desteyê Welîde Botî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û fedakriyên şehîdan ji bo rûmet û azadiya gelên herêmê hatin bibîrxistin.

Axaftvana tekez kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têkoşîna xwe li dijî tevahiya dagirkeran di serî de dagirkeriya Tirk bidomîn heta ku tevahiya herêmên dagirkirî di serî de Efrîn rizgar bikin.

Nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha di merasîmê de nasnameya şehîd Rengîn Zêdî (Rengîn Rojava) ya ku li çiyayê Cûdî şehîd bûbû hate eşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê spasrtin axê.