Şehîdên Bagera Cizîrê li Hesekê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Edna Xile (Mûrad) û Ebid Rehman ElEsed (Merwan) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi tevlîbûna welatiyên Serêkaniyê bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Serêkaniyê hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê cenazeyên şervanên QSD`ê Ednan Xile(Mûrad) û Ebid Rehman EL- Esed (Merwan) ên ku di 3‘yê Cotmeha 2018‘an li Di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya li Dêre Zorê şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Serêkaniyê veşartin.

Gel cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirt û bi karwanekî berê xwe da Goristana şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinaş hêzên leşkerî ve destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Zehra Qido axivî û got: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin ku em bi îradeya xwe ya polat û ruhê fedayî berxwedana xwe ya parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîdan ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.``

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Baran Serêkaniyê jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan were derketin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan hatin veşartin.