Şehîdê QSD’ê Hisên spartin axê

Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şervanê QSD‘ê Hisên El-Hisên (Sûrî) yê ku 9‘ê Nîsanê di encama teqîna li bajarê Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a Reqayê spartin axê.

Ji bo merasîma cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên El-Hisên (Sûrî) yê tevî 9 sivîlan di encama teqîna 9’ê Nîsanê ya li bajarê Reqayê de şehîd bibû, li çerxerêya Fîrûsiyê kom bûn. Piştî ku cenazeyê şehîd hate girtin bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Li goristanê, merasîm bi deqeya rêzgirtina leşker ya ji aliyê şervanên QSD‘ê ve destpê kir. Piştre ji şervanên QSD‘ê Mihemed El-Îsmaîl axivî û got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên azadiya gelan ditewînin, ne ji wan baya serkeftina me ya li dijî terorê pêk nedihat. Em şehîdên xwe ti carî ji bîr nakin, em soz didin ku em ê xeta wan bişopînîn heta armancên wan pêk bînin."

Di berdewama merasîmê de, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fîras El-Muşrif axivî, sersaxî ji malbata şehîd Hisên û malbatên hemû kesên ku di teqînê de şehîd bûne xwest û diyar kir ku şaneyên veşartî yên DAÎŞ û hevkarên dagirkeriya Tirkiyê dixwazin aramiya herêmên ku bi xwîna şehîdan rizgar bûne xirab bikin.

Fîras, soz da ku ew ê destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û li hemberî xêrnexwazên welat bisekinin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehadetê ya şehîd Hisên El-Hisên hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Hisên li Goristana Şehîdan a gundê Hikûmiyê spartin axê.