Şehîdê HRE’yê Zinar Amed veşartin

Cenazeyê şervanê HRE’yê Zinar Amed ê 9’ê Adarê di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû,  bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Ehresê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) Muslim Kirocî (Zinar Amed) ê 9’ê Adarê di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, bi merasîmeke ya li Goristana Şehîdan a Ehresê bi tevlîbûna sedan kesî hate veşartin.

Girseya gel ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê girtin û piştre bi konvoyekê berê xwe dan Goristana Şehîdan a Ehresê. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Îsa axivî û diyar kir ku ji bo vegerin Efrînê divê asta berxwedanê xurtir û bilindtir bikin.

Hevseroka Desteya Aborî û Berpirsa Karûbarên Jinan Mûşîra Mele jî axivî û bal kişand ser berxwedana şervanan a li eniyên şer a li dijî dagirkeriyê.

Di dewama merasîmê de nasnaemya şehîd Îbrahîm Îsmaîl (Gîvara Efrîn) û Xelîl Osman (Êrîş Efrîn) ên di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn jî hatin eşkerekirin.

Nasnameyên şehîdan hatin xwedin û radestî malbatan kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman ve hat veşartin.