Şehîda bê gor Rêvana

Rêvana keçekî Kobanê bu û di nava refên YPG’ê de cihê xwe girt. Rêvan di Berxwedana Kobanê de bi çalakiya xwe bû yek ji sembola Berxwedana Kobanê.

Bav û dayika şehîd Rêvana Nehsan Mamo û Islîm Nebo her rojên în û cejnan tevî temenê xwe yên dirêj serdana goristana şehîdan dikin û beşdarî merasîman dibin. Nehsan û Islim bi rêa 45 kîlometre dur berê xwe didin goristanê. Lê dema mirov li çîroka wan guhdar bike ev herdu kes ne wek her kesî ne.

Dayik û bavê şehîd Rêvana ne, (Rêvana keçek Kobanî bû di nav refên YPJ de cihê xwe digirt, bi çalakiya  fedayî beriya çar salan di vê çaxê de li Kobanê bi bedana xwe di nava çeteyên DAÎŞ’ê de çalakiya fedayî pêk anibû.)

Li goristana Kobanê şehîdên bê nav hene û şehîdên bi nav, lê bê gor hene, yek ji  şehîdên bi nav û bê gor jî  Rêvana ye.

Her dawiya mehê xelkê Kobanê merasîmeke bi mûman ji bo şehîdên di wê mehê de jiyana xwe ji dest dayî li dardixin. Helbet bav û diya şehîd Rêvana hazir dibin lê ew dixwazin mûman ser her gorekê bi destên xwe vêbixin. Diya Rêvana bi rihekî ji xwe bawer û serbilind ji me re got, ‘’Her goreke şehîdekî parçeyeke keça xwe Rêvana tê de dibînim û his dikim, lewma jî her heftê ez du roj têm goristanê"

Beriya çar salan wek îro çeteyên DAÎŞ’ê bi çekên giran gelek kolanên Kobanê kontrol kiribûn û bi desteka dewletan êrîşî vî bajarê biçûk kiribûn. Li hember wê jî bi dehan keç û xortên Kurd bi berxwedanî û fedayî bi qilêşê hember wan sekinîbûn. Gelek xort û keç nû derbasî axa Kobanê bibûn ji bo kelecanî û şerê dijwar bê nav qeydkirin berê xwe didan mewziyên şer, heta şehîd jî dibûn. Niha jî dema em di nav gornên şehîdên Kobanê re derbas dibin bi dehan gorên navê xwe "şehîdên bê nav in"

Bavê şehîd Rêvana ji me re got,"Dema têm vir berê xwe didim gornê şehîdên bê nav, rast e ser nivîsandine bê nav, lê yên herî bandorkirî û çete ji vî welatî avêtin ew bûn. Wan hişt ku em niha bijiîn ser vê axê, em çi navî buha li wan bikin dîsa jî kême"

Di berxwedaniya Kobanê de, bi hezaran bûyerên qehremantiyê hatin jiyîn. li gorî şert û mercên wê çaxê me nikarîbû hemû belge bikira, lewma jî heta niha kêm man e. wek karê rojnamegeriyê û şer heta niha jî berdewame, em dikarin bibêjin qehremantiya ku di Kobanê de hatî kirin li ti devere din di cihanê de me nebihîstşye û ne jî dîtiye.

Çar sal berê di vê çaxê de li bajarê Kobanê gelek pîvan û hişmendiyên ku bi salan e hatibûn rûniştin,  hatin guhertin, ew jî xort û keçên Kurd bûn ku li hember hêza herî radîkal û hişk têkoşiyan.