Şehîd Xemgîn Azadî li Dêrikê bi merasîmekê veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Yûnis Kaya (Xemgîn Azadî) ê ku 10'ê Gulanê, di encama qezayê perwerdehiyê de şehîd bûbû li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Yûnis Kaya (Xemgîn Azadî) ê ku 10'ê Gulanê, di encama qezayê perwerdehiyê de şehîd bûbû li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê û gundên wê cenazeyê şehîd Yûnis Kaya (Xemgîn Azadî) ji ber nexweşxaneya Şehîd Hogir Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk tê, ber bi Goristana Şehîd Xabat Dêrikê ve ketin rê.
Merasîm li goristanê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û got, meha Gulanê ji bo gelê Kurd meheke pîroz e, ji ber ku Kurdan di oxira azadî û rûmeta gelan de leheng dane.
Selmo bal kişand li ser êrîşên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji bo qirkirina gelê Kurd kêliyekê jî ranewestiyaye û bi hemû hêz û teknîka xwe hewl dide vê yekê pêk bîne. Selom got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêbertî û şopandina xeta şehîdan em xwedî hêz in, tu hêz nikare vîna me bişkîne."
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Cûdî axivî û got: "Di kesayeta şehîdan de me rastiya mirovahiyê nas kir, ji ber şehîd heqîqeta jiyan û rûmeta mirovahiyê ne, ne ji wan bûya em nedigihiştin vê merheleyê."
Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê nasnameya şehîd radestî Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê kir.
Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyan de hate veşartin.