Şehîd Ekrem Ustak spartin axê

Şehîd Ekrem Ustek ê ku di encama êrîşa êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke girseyî hate definkiririn.

Bi sedan şêniyên Girkê Legê û Dêrikê cenazeyê Ekrem Ustek ku di encama balafireke bê mirov (SÎHA) a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Şehîd Herekol wergirtin û birin goristana Şehîd Xebat Dêrik. Li vir li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihyedîn Xêrikî axivî û di şexsê şehîd û welatparêz Ekrem Ustek de ku ciwantiya xwe ji bo parastina azadiya gelê Kurd û nirxên wî yên dîrokî feda kir, hemû şehîdên azadiyê bibîranîn.

Xêrikî da zanîn ku şehîd Ekrem Ustek fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe esas girt û tu carî ji erk û berpirsyartiya diket ser milê wî, paş de gav ne di avêt û got: “Madem şehîdên mîna Ekrem Ustek di nav me de hene, wê tu hêz nikaribe tevger, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tune bike.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Wense Çawîş jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst ferqê naxe navbera pêkhate û mezheban de, kîjan kesayeta azad banga azadiyê bike wan dike hedef.

Wense destnîşan kir ku şehîd Ekrem li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Kobanê tev li gelek hemleyan bû û heta rizgarkirina Kobanê li ber xwe da.

Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.