BI DÎMEN

Şehîd Andok Cotkar û Elefterya Fortûlakî li Hesekê hatin bibîranîn

Şehîdê enternasyonalîst yê YPG’ê Andok Cotkar ê ku di 16’ê Cotmeha 2019’an de di berxwedana Serêkaniyê de şehîd bibû û Elefterya Fortûlakî li Atînayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû, li Hesekê hatin bibîranîn.

Şehîdê enternasyonalîst yê YPG’ê Kostantîn Gedîg (Andok Cotkar) ê ku di 16’ê Cotmeha 2019’an de di berxwedana Serêkaniyê de şehîd bibû, Elefterya Fortûlakî ya di 24’ê Adara 2006’an de li Atînayê ji bo zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin û Komploya Navnteweyî şermezar bike, bedena xwe da ber agir û şehîd bû, li Hesekê hatin bibîranîn. Ji bo bîranîna şehîdên enternasyonel 24’ê Adarê weke Roja Şehîdên Şoreşa Enternasyonel hatiye ragihandin.

Qada bîranînê bi wêneyê şehîdan û alên YPG’ê hatin xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Piştre li ser têkoşîna şehîdên enternasyonal axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Şehîdan bi fedekariya xwe hemû sînorên di nava dewletan de ji holê rakirin. Bi têkoşîna xwe şoreş gihandin astekî kûrewî. Bi rêya girêdana Hakî Karer û Elefterîa Fortûlakî heta roja me ya îro girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gotinên wî li hemû cîhanê belav bû hate eşkerekirin. Derbaskirina astengiyan, hêzeke mezin a tevgerê ye û ev yek bi eşkerekirina gerîlayên nûjên dronên keşfê ku beriya niha bi çend rojan weke ‘mizgînî’ ji bo Newrozê hatibûn belavkirin, careke din eşkere bû.”

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrik jî axivî û bal kişand bi ser serpêhatiya xwe ya bi hevrêyên xwe yên enternasyonalîst re.

Pişt re sînevîzyona bi dengê şehîdên enternasyonalîst hat temaşekirin.

Dû re dîmenê ku ji aliyê Komuna Ciwanên Enternasyonalîst ve hatibû amadekirin hat peşkirin.

Di bîranînê de Federasyona Malbatên Şehîdan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku niha li Îmraliyê têdikoşe, peyameke taybet da û got: "Tu carî nikaribin fikir û hêviyên şehîdan binax bikin. ji ber ku dê her tim di dilê me de bin."

Dayik û bavê Şehîd Andok Cotkar Ute Ruß û Thomas Gedik ku di sala 2023’an de beşdarî bîranînê bibûn, bi rêya dîmen tevlî bîranînê bûn, beşdarvan silav kirin. Dayik û bav Ute Ruß û Thomas Gedik bal kişandin bi ser girîngiya berxwedan û vegotina çîrokên kesên ku bandoreke mayînde kirine.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.