Segvanên YPJ’ê li Reqayê şevreşka DAIŞ’ê ne
Li Reqayê çeteyên DAIŞ’ê ji segvanên servanên YPJ’ê nikarin xwe tevbilivînin.
Li Reqayê çeteyên DAIŞ’ê ji segvanên servanên YPJ’ê nikarin xwe tevbilivînin.
Li Reqayê şerê di navbera YPG,YPJ’ê, QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê bi hemû giraniya xwe berdewam dike. Di şerê dijî DAIŞ’ê de segvanên YPJ’ê ji bo çeteyên DAIŞ’ê bûne şevreşk û çete ji segvanên YPJ’ê bi rehetî nikarin xwe tevbilivînin.
Segvanên YPJ’ê bi baldariyeke şiyar tim çavê xwe dikutin ser bajêr û dema ku çav bi çeteyên DAIŞ’ê dikevin di cih de guleya xwe li çete siwar dikin û çeteyên DAIŞ’ê didine erdê.