Şandeya Rêveberiya Xweser bi partiyên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtin kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hevdîtinên bi partî û saziyên li Başûrê Kurdistanê re dewam dike.

Şandeya bi serokatiya Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  hevdîtinên xwe yên li Silêmaniyeyê dewam dike.

Şandeyê hevdîtin bi rayedarên Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê, Komela Dadgerî ya Kurdistanê û Hizba Komunîst a Kurdistanê re kir.

Di hevdîtinan de mijarên Yekîtiya Kurdan, helwesta li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û parastina destketiyên gelê Kurd hatin nirxandin.

Şandeyê li dijî êrişên dagirkeriyê beriya niha li Silêmaniyeyê hevdîtin bi Tevgera Goran, YNK û Nifşên Nû re kiribû.

Hevdîtinên şandeyê wê dewam bikin.